Di nava şer û ambargoyê de şoreşa aborî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku aboriya xwe li gorî rastiya şer bi rengê ku têra xwe bike bi rêxistin kiriye, li gel şert û mercên neyînî jî bi rengekî serketî bi pêş dikeve.

Rêveberiya Xweaser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel dorpêçî, şer, gefên nû yên dagirkeriyê û bêtecrûbeya li çandinî û pîşesaziyê jî hewl dide ku pêşî li hilberîna aborî veke û di mijara pêwîstiyên bingehîn de girêdana bi derve ve bişikîne. Rêveberiya Xweser bi rêya qanûnên ku amade dike hewl dide pêşî li yekdestbûnê bigire, buhayê berheman kontrol bike û nehêle ku krîza aboriyê ya li Sûriyeyê bandorê li gel bike.

Rejîma Baas ji asla 1963'an dema desthilatdariya xwe û vir ve bi projeya 'Kembera Ereb' polîtîkaya Erebkirinê li Rojavayê Kurdistanê ferz kir û mafê welatîbûn û nasnameyê yê Kurdan ti carî nas nekir. Rejîmê hewl da Kurdan ji hêza aborî bêpar bihêle.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bilî çend Ereb û Kurdên xwediyê xakê -ew jî ji dewletê re dixebitîn- zevî hemû di destê rejîmê de bûn. Rojavayê Kurdistanê bi ti awayî destûr jê re nedihate dayin ku dar û zebzeyan biçîne, tenê weke embara genim a Sûriyeyê hate bikaranîn. Dewletê ji sedî 80 ê pêwîstiya welêt a bi genim ji Rojava peyda dikir, lê destûr nedida ku Kurd firinekê, atolyeyekê yan jî dikanekê jî veke. Kurd her wiha weke xebatkarên Heleb û Şamê yên bi erzanî dixebitin dihatin dîtin. Rejîmê jiyana aboriyê ya Kurdan bi temamî bi xwe ve girê da. Lewma ji Tîrmeha 2012'an û vir ve ku Şoreşa Rojava destpê kir, ji aliylê çandinî, bazirganî û aboriyê ve agahî, danhevî û tecrûbeya gelê herêmê bi qasî ku tune bû, kêm bû.

BI ŞOREŞÊ RE ABORÎ JÎ HATE BIRÊXISTINKIRIN

Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, karên aborî jî hatin birêxistinkirin. Zevî pêşkêşî gel hatin kirin û ji bo çandiniyê hate teşwîqkirin. Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2014'an hate ragihandin, aborî hîn bi xurtî hate birêxistinkirin. Komîteya Aboriyê ku di bin sîwana Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser de hate avakirin, ji bo karibe têra xwe bike, yanî bêyî bi derve ve bê girêdan bersivê bide pêwîstiyên xwe yên bingehîn, di serî de çandinî li ser pîşesazî û bazirganiyê hin proje amade kir. Ji ber şer û rewşa avhewayê, her wiha ji ber nebûna tecrûbeyê ya di mijarên çandinî û pîşesaziyê de, dûrbûna civakê ji çanda hilberînê û anîna madeyên xav ji derve, bûn sedem ku demeke dirêj ji vî karî encam neyê wergirtin.

KARÊ KU XWE DISPÊRE HILBERÎNÊ

Dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, ku ev herdu herêm ji aliyê çandiniyê ve cihên berhemdar e, bandoreke neyînî kiribe jî, karê hilberînê bi esasî di salên 2019, 2020'î de bi pêş ket. Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser û Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star ku bi karên xwe yên aboriyê dixwazin bersivê bidin pêwîstiyên bingehîn ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê mijarê de gelekî bi pêş ketin.

Febrîqeya pembo ku 250 kes lê dixebitin, febrîqeya benik ku 400 kes lê dixebitin, atolyeya dirûtinê ku 450 kes lê dixebitin, febrîqeya rûn û sabûnê ku 372 kes lê dixebitin, febrîqeya êm ku 80 kes lê xebitin û febrîqeya penêr û mast ku 50 jin lê dixebitin ji aliyê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ve hatin avakirin.

Her wiha li Hesekê, Til Temir û Rimêlanê karên sera yên ekolojîk hatin avakirin û 250 kes lê têne xebitandin.

Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ji bo bersivê bide pêwîstiyên civakê yên bi got û şîr ên bêhormon li du cihên cuda du çîftlîk ava kiriye ku 5 hezar û 500 heywan lê ne.

KOOPERATÎFÊN NÛ HATIN BIRÊXISTINKIRIN

Desteya Aboriyê ji sala 2016'an û vir ve dest bi karên kooperatîfê kiriye ku dixwsaze civak bibe xwedî karê xwe, çandinî û hilberînê teşwîq bike, ji aliyê aboriya komunal û demokratîk ve bi pêş bikeve. Ji bo mirovên ku dixwazin bi rengê kooperatîfan li hev bicivin; ji amûrên hilberînê heta cihê kar hemû pêwîstiyên kar, piştgirî tê dayin. Desteya Aboriyê ji bo pêşvebirina vî karî dest bi birêxistinkirina kooperatîfên nû kir. 7 jê kooperatîfên çandiniyê niha 20 kooperatîf hene ku piştgirgî ji wan re tê dayin.

SERKETINÊN KOMÎTEYA ABORIYÊ YA JINÊ

Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star jî aboriya jinê û kooperatîfên jinê bi rêxistin dike. Di mijara karên kooperatîfê bi taybetî jî çandiniyê de jin bêhtir serketî xuya dikin.

Bi piştgiriya Komîteya Aboriyê ya Jinê 30 kooperatîfên jinê kar dikin. Her wiha ji 20 kooperatîfên bi piştgiriya giştî 13 jê bi rengê kooperatîfên jinê yên xweser hatine birêxistinkirin. Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ji bo çandiniyê mazotê dide.

Salên dawî bi saya çîftlîkên çandiniyê Komîteya Aboriya Jinê û teşwîqa gel a ji bo çandiniyê, berhemên çandiniyê hem zêde bûne hem jî cihêreng bûne.

ABORIYA KU XWE LI GORÎ ŞER BI RÊXISTIN KIRIYE

Mîna gelek mijaran, aborî jî xwe li gorî rewşa şer bi rêxistin dike. Endama Koordînasyona Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Dîcle Amed bi taybetî bal kişand ser vê mijarê û diyar kir ku statuya siyasî ya herêmê bi rengekî fermî nehatiye naskirin, di pratîkê de hebûna xwe ava kiriye û destnîşan kir ku her mijar û qad li gorî rastiya şer ava bûne. Dîcle Amed got, "Hem divê avaniyeke mîmarî ya ji bo xweparastinê hebe hem jî amûrên parastinê bêne afirandin. Lewma aboriyeke şer heye. Şerê sar carna hîn bêhtir bi bandor dibin. Ev yek jî bi rengê ambargoyê tê meşandin. Tevî vê yekê şerê aboriyê yê ji ber polîtîkayên hêzên hegemonîk hene. Bi Qanûnên Sezar li dijî Sûriyeyê ambargo û şer xistin meriyetê, ku vê yekê herî zêde bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir."

'EM DIKARIN PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN HEMÛYAN HILBERÎNIN'

Dîcle Amed destnîşan kir ku aboriya li gorî şer hatiye amadekirin, li ser wê bingehê tê meşandin ku têra xwe bike û diyar kir ku ji bo bi derve ve neyê girêdan, li dijî ambargo û pêkanînan li ser piyan bimînin ew bi perspekîfa pêşvebirina aboriyê dixebitin. Dîcle Amed anî ziman ku di vê mijarê de sê salên dawî gelekî pêşketin bi dest xistine û got, "Dema ku şoreşê destpê kir, li Rojavayê Kurdistanê ji bilî genim û zad ti agahî çanda çandiniyê tune bû, agahiya li ser pîşesaziyê tune bû, hilberîna tekstîlê tune bû. Her tişt ji derve dihate anîn. Di nava êriş û dorpêçiyê de her tişt bi hewldaneke mezin hate hînbûn û bicihanîn. Di nava sê salên dawî de pêşketinên mezin bi dest ketin. Febrîqeyên mezin ên hilberînê û çîftlîkên hilberînê hatin avakirin. Hînê têrê nake, lê belê em hewl didin bikin ku têra xwe bike. Berê li Kobanê û Efrînê hilberîna sebze û çandiniyê hinekî hebû, lê li Cizîrê qet tune bû. Ji sedî 70-80'ê pêwîstiya bi sebzeyan ji derve dihate anîn. Lê belê ev rêje niha bûye ji 30. Dema ku şoreşê destpê kir li ser tekstîlê û atolyeyê qet tecrûbe tune bû, her tişt ji derve dihate anîn. Îro tekstîl gihîştiye wê astê ku têra xwe bike."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ YEKDESTIYÊ

Dîcle Amed ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sektoreke taybet jî ava bûye û diyar kir ku di bazirganî û hilberînê de Rêveberiya Xweser li dijî yekdestiyê jî têdikoşe, "Hewl dide ku tedbîrên cidî werbigire."

Dîcle Amed diyar kir ku qanûnên gumrukê jî bi rengê ku derfetên wekhev dide her kesî hatine avakirin û got, "Ev yek bû sedem ku bazirganî û bazara demokratîk hinekî din bi pêş bikeve û buhayê alavan ne tenê ji aliyê bazirganan ve bê diyarkirin. Rêveberiya Xweser bi vî rengî tevlî diyarkirina buhayê alavan dibe. Rêveberiya Xweser bi xwe jî mal derbasî Rojava dike û hewl dide ku buhayê tiştan bi vî rengî ji aliyê yekdestan ve neyê diyarkirin. Yanî tedbîrên bi vî rengî werdigire. Bi esasî buhayê alavên bingehîn mayinde dimîne. Li gorî vê yekê qanûnên gumrukê têne bicihanîn û berdêla gumrukê jî hîn bêhtir kêm tê hiştin."

BIHABÛN BI QASÎ YA LI ŞAMÊ NÎNE

Dîcle Amed bal kişand ser krîza aboriyê ya li tevahiya cîhanê ji ber şerê Ûkraynayê rû da û got, "Niha ji ber şerê Ûkraynayê dolar buha bûye, ev yek bandorê li herêmên Rêveberiya Xweser jî dike, bandor li berhemên li bazarê jî dike. Lê belê eger ne ji tedbîrên hatine wergirtin bûya buhayê alavan wê gelekî giran bûya. Eger bihabûna jiyanê ya li herêmên Rêveberiya Xweser ne weke ya li Heleb û Şamê be, ev yek bi saya tedbîrên Rêveberiya Xweser e."

SIBE: Jinên ku di dema rejîma Baas de li derveyî aboriyê hatin hiştin, îro li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe ya aboriyê ya xweser ava kirine.