Aboriya jinê xwe bi rengekî xweser bi rêxistin kir

Jinên ku di dema rejîma Baas de bi temamî li derveyî aboriyê hatibûn hiştin, îro li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe ya aboriyê bi rengekî xweser bi rêxistin kirin.

Bi karên Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser û Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star re jin tevlî hilberîna civakî dibin. di çarçoveya vî karî de 60 kooperatîfên jinan hilberînê dikin.

Rejîma Baas a Sûriyeyê hema bêje bi temamî jin li derveyî aboriyê hiştibûn. Jinên Ereb ên girêdayî rejîmê car carna ji aliyê dewletê ve weke karmend tevlî kar dihatin kirin. Li deverên mîna Reqa, Tebqayê jî jin li nava zeviyan xebitîn, lê belê ti carî nebûn qadên hilberînê yên xwe. Ji bilî hejmareke kêm a jinên Kurd ên li nava zeviyan dixebitîn, temamiya jinên Kurd li nava malê dihatin asêkirin.

Bi Şoreşa Rojava re jin tevlî nava jiyan û karê siyasî, civakî, leşkerî û aborî bûn. Li qada aboriyê bêtecrûbe bûn. Lewma herî zêde li qada aboriyê pêwîstî bi nêzîkatiya cihêkariya pozîtîf û temsîliyeta wekhev a ji bo jinan hebû. Komîteya Aboriyê jî bi temsîliyeta wekhev a jinan ava bû û karê xwe dike. Komîte li qadên xwe yên kar jî nîvî bi nîvî jinan dixebitîne.

Li Komîteya Aboriyê ya Giştî û komîteyên wê yên jêrîn jî jin bi rengekî wekhev têne temsîlkirin. Ji 20 kooperatîfên bi piştgiriya Komîteya Aboriyê hatine avakirin 13 jê kooperatîfên jinan e, di nava kooperatîfên giştî de jî herî zêde jin hene. Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ji bo jinên dixwazin ji xwe re cihekî kar ava bikin an jî kooperatîfan çêbikin kredî, cihê kar, zevî, amûran dide û bi vî rengî teşwîq dike ku tevlî nava hilberînê bibin.

KONGREYA STAR PÊŞENGÎ JÊ RE KIR

Jin bi pêşengiya Kongreya Star ku sala 2003'an ava bû tevlî nava karên aboriyê bûn. Kongreya Star ku bi rengekî xweser cihê xwe di nava sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digire, ji bo karên aboriyê yên giştî bi rengekî demokratîk û di çarçoveya azadiya jinê de bêne meşandin, bi polîtîkayên xwe xwedî role . Her wiha sala 2015'an Komîteya Aboriyê ya Jinê ava kir û bi vî rengî sîstema aboriya xweser a jinê bi rêxistin kir. Heta niha jî karê xwe bênavber dewam dike.

SÎSTEMA ABORIYA JINÊ BIRÊXISTIN DIKE

Endama Koordînasyona Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Dîcle Amed destnîşan kir ku karê wan ê esasî avakirina sîstema aboriyê ye ku jin karibin xwe pê ewle bikin û got, "Kongreya Star çawa ku xwe di asta sîstemekê de bi rengekî xweser bi rêxistin dike, hemû kar û aliyên xwe jî bi xweserî bi rêxistin dike. Weke Komîteya Aboriya Jinê ya ku em giraniyê didin ser jî ev e. Bêyî ku xwe zêde bi sîstema giştî ve girê bide, sîstema xwe misoger bike, yanî bi rêxistin bike, azadiya xwe ewle bike. Em xwedî rêxistinî û xeteke bi vî rengî ya îdeolojîk in. Bêyî ku jin ji derve piştgiriyê werbigire yan jî bi derve ve bê girêdan, em hewl didin hunera jinê derxînin holê, jinan tevlî nava kar bikin û jinûve veguherînin hêza hilberînê."

EM NEÇAR BÛN KU DI DEMA HÎNBÛNÊ DE AVA BIKIN

Dîcle Amed anî ziman ku jinên ji aliyê rejîmê ve li derveyî aboriyê hatin hiştin, tevlîbûna wan a bi rengekî çalak li nava hilberînê bi salan dewam kir û got, "Lewma karekî ku di nava salekê de dikarîbû bihata kirin carna sê, çar salan dewam kir. Taybetmendiyeek xweser a vê derê ye ku hem kar hîn dibe, pê re jî ava dike."

Dîcle Amed bi bîr xist ku bi deh hezaran jin bi şoreşê re hem li qada cemaweriyê, hem jî li sektorên xizmetê, çandiniyê û pîşesaziyê tevlî nava jiyana aborî dibin û got, "Her wiha qadên aboriyê hatin hilberandin ku jin lê hilberîner û rêveberin. Em di nava kar de hîn bûn û me di heman demê de qadên aboriyê ava kirin. Di vê çarçoveyê de her komîteyeke me ya jêrîn heftane perwerde da. Dema bê jî em dixwazin akademiya aboriyê ya jinê ava bikin. Piraniya dersên vê akademiyê jî wê di nava kar de bêne dayin."

60 KOOPERATÎFÊN JINAN KETIN MERIYETÊ

Komîteya Aboriyê ya Jinê tevî hemû kanton û navçeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî xwe bi rengê komîteyên jêrîn bi rêxistin kiriye û jinan tevlî nava aboriyê dike. Ji bo avakirina qadên kar şêwirmendiyê dike, fînansmanê dike, qadên hilberînê diafirîne. Komîteya Aboriya Jinê bi giranî pêşengiyê ji rêxistiniya jinan a bi rengê kooperatîfan dike. Niha li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qadeke ji 60 hezar donim zevî bi kar tîne, diçîne. 30 hezar donim jê pêşkêşî kooperatîfên çandiniyê yên jinan hatiye kirin. Heleb û Şehba jî di nav de li qadên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 60 kooperatîfên jinan ên Komîteya Aboriyê ya Jinê ya Kongreya Star hene.

Ji kooperatîfên di çarçoveya Komîteya Aboriyê ya Jinê de hatine avakirin 30 jê di karên konserve, firin, sewalkarî û xizmetê de dixebitin. 18 ji wan kooperatîfên tenûr û 8 jî firin e û bi giştî 90 jin debara xwe jê dikin. Li Hesekê û Dirbêsiyê jî bi karên Komîteya Aboriyê ya Jinê re 2 kooperatîfên jinan di karên rîçal û konserveyê de çar sal in dixebite. Li gel van kooperatîfan her wiha dikan jî pê re hatin vekirin.

Dîcle Amed wiha dewam kir, "Niha li gel kêmaniya ard jî kooperatîfên herî baş dixebitin firinên jinan e. Jin hîn baş û bi paqijî nan lê dixin. Civak jî ji vê yekê kêfxweş e. Li her gundî em hewl didin bi 3-5 jinan re kooperatîfê ava bikin û sewalkariyê xurt bikin."

Dîcle Amed destnîşan kir ku di vê hilberînê de jî ya ji bo wan esas ew e ku têra xwe bike û got, "Ya ku em dikin ev e. Em ji kooperatîfan karekê bi dest naxin û ne şirîk in. Bi temamî jin bi xwe hildiberînin, difiroşin û hatineya wê jî parve dikin. Em tenê ji wan re dibin alîkar ku ji bo kar bikin makîneyan didin wan, sermayeyê didin û ji bo karibin bifiroşin jî ji wan re dibin alîkar ku li bazarê dikanê vekin."

Sibe: Jin bazara Rojava demokratîk dikin

ANF | Di nava şer û ambargoyê de şoreşa aborî (anfkurdi.com)