Ciwanên Êzidî yên Efrînê: Dem dema parastina rûmetê ye

Ciwanên Êzidî yên Efrînê bi daxuyaniyekê li ber êrişên li ser Şengalê rabûn û destnîşan kirin ku ya niha li Şengalê diqewime berxwedana hebûn û tunebûnê ye. Ciwanan ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kirin.

Li navçeya Ehdas ya Kantona Şehbeyê Ciwanên Êzidî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê yên li dijî başûrê Kurdistanê û Şengalê bi daxuyaniyek şermezar kirin. Daxuyanî ji aliye Endama Yekîtiya Êzidîyan Orîvan Menan ve hat xwendin.

Menan, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi pişgiriya Emerîka û NATO’yê di 17’ê Nîsanê de êrîşê gerîlayên Kurdistanê kir û wiha got, “Êrîşên xwe roj bi roj berfireh dikin. PDK’ê ku ji duh ve amadeye, tevahî deriyên xwe ji balafir, tang û artêşa dewleta Tirk re vekir, piştgirî da êrîşên dagirkeriyê. Planên êrîşên ku di 17’ê nîsanê de destpêkirî, di şexsê gerîlayên Kurdistanê de vîna tevahî gelê Kurd û tevgera azadiyê tê hedefkirin û dixwazin bi van êrîşan têkoşînê biçewsînin.”  

Menan, anî ziman ku pilanên êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê jî yek ji planên hevpeymana 9’ê Cotmeha 2021’an e û wiha dewam kir: “Hikûmeta Iraqê û PDK’ê dixwazin carek din gelê Şengalê û civaka Êzidî bê nasname bihêlin û qirkirinên nû pêk bînin. Lê hesabên ku li ser Şengalê tên kirin vala ye. Gelê Şengalê êdî xwe bi rêxistin kiriye, xwedî rêveberî, statû û îradeyek xwe parastinê ye. Tu hewcedariya gelê Şengalê êdî bi rêveberiya PDK’ê û artêşa Iraqê tune ye. Ji ber ku yên ku Şengal radestî DAIŞ’ê kirin îro jî wê nekaribin Şengalê biparêzin. Li Şengalê berxwedana hebûn û nebûnê dewam dike.”  

Menan da zanîn ku gelê Şengalê ji dîrokê heya roja îro li hember dagirkeriyê tu car serî netewandiye û got, “Gelê Êzidî tim li ber xwe daye. Şengal wergeha berxwedana Êzidiya ne. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ,Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Êzîdî yên herêma Efrînê berxwedana gelê Şengalê silav dikin û pilanên qirêj ku li ser Şengalê tên kirin red dikin. Tu kes ji vê gavê û şûn de wê nikaribe bê destûra gelê Şengalê derbasî Şengalê bibe. Şengal ya Şengaliyan e, ne ya dagirkeran e. Bila her kes vê yeke bizane ku, êdî dem dema parastina rûmetê ye, dem dema xwedîderketina li Şengalê û berxwedana gelê wê ye. Em ê heya dawiyê bi berxwedana gerîla re li dijî dagirker, qirker û bêmafiya mezin bibin sînorên mezin û hebûna dagirkeriyê di nava axa xwe de qebûl nekin.”  

Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên  “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimire xiyanet” bi dawî bû.