Li Şehbayê komxebata rizgarkirina Efrînê wê bê lidar xistin

Bi mijara rizgarkirina Efrînê wê 10'ê Gulanê li herêma Şehbayê komxebatek bê lidarxistin.

Bi pêşengiya Rêxistina Mafê Mirovan û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, li Kantona Şehbayê komxebatek ji bo rizgarkirina Kantona Efrînê wê bê lidar xistin. Têkîldarê komxebata ku wê sibe pêk were, Hevserokê Rêxistina Mafê Mirovan Îbrahîm Şêxo û Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Xweser Zeynep Qenber ji ANF’ê re axivîn.

Şêxo diyar kir ku mijara komxebatê ya herî sereke dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ye û got, "Dewleta Tirk ji şerê li Ûkraynayê sûdê digre û di vê pêvajoyê de êrişî her deverê Kurdistanê dike. Li gorî berjewendiyê xwe tevdigere. Dewleta Tirk kiryarên dijmirovahî dike."

Şêxo destnîşan kir ku raporên kiryarê dewleta Tirk yên ku pêk anîne di destê wan de ye û anî ziman ku, ji ber vê yekê wek Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêxistinên Mafê Mirovan ew biryara komxebatek wiha dane. 

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku wê komxebat li Kampa Berxwedan bê li darxistin û wiha domand, "Di Komxebatê de wê li ser sê xalên sereke were seknandin. Dîroka berxwedanê, binpêkirina mafên mirovan li Efrînê piştî dagirkeriyê û herî dawî jî şêwaza çareseriyê wê bê nîqaşkirin. Biryara me ew e ku em encamê komxebatê bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin."

Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Xweser Zeynep Qenber jî diyar kir ku wan amadekariya komxebatê bi dawî kirine û got, "Wê siyasetmedar, hiqûqnas ji dervî herêma Şehbayê jî tevlî komxebatê bibin. Binpêkirinên maf ên ku li Efrînê tên kirin, em ê di asta navneteweyî de binirxînin."