HRE’yê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe yê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî, tê de şehadeta hevrêyê xwe Fedakar ragihand.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hevrêyê me Fedakar roja 5’ê Gulanê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Piştî dagirkirina Efrînê weke Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîneke mezin tê meşandin. Di vê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê de ciwanên me berê xwe didin nav refên hêzên me, yek ji wan jî hevrêyê me Fedakar e. Hevrêyê me Fedakar li herêma berxwedanê ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hem welatparêzîya malbatê hem jî tevlîbûna nasên wî li nav şoreşê bandoreke mezin li ser hevrêyê me kir. Piştî dagirkirina Efrînê hevrêyê me Fedakar jî biryara tevlîbûna li nav têkoşîna azadiyê da. Erka herî zehmet erka şoreşê ye û hevrêyê me jî bi dil û can vê erka pîroz heya kêlîya dawî bi cih anî.

Em ê bibin şopdarê têkoşîna hevrêyê xwe Fedakar û sozê didin ku em ê her bihosteke axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Em serî de ji malbata hêja ya hevrê Fedakar û ji gelê xwe yê berxwedêr re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Fedakar

Nav û Paşnav: Elî Beşîr

Navê Dayikê: Emel

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2022’an.”