Gelê Rojava li qadan e: Gerîla wê serketinê bîne

Gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkerî û xiyanetê dakete qadên Qamişloyê û berxwedana gerîla silav kir.

Ji Qamişlo, Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê Hesêkê, Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê û Zirganê bi deh hezaran kes li hev civiyan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên civakî yên sivîl, rewşenbîr û hunermend jî tevlî çalakiyê bûn.

Ji beşdarên çalakiyê Rewşen Reşîd got, "Ji bo piştgiriya gerîlayên xwe bikin em îro li qadan e. Dewleta Tirk demeke bi rengekî hovane êrişî gerîlayên me dike. Îro roja azadiya gelê Kurd e. Roja azadiya Rêber Apo ye. Her ku gerîla li ber xwe dide dewleta Tirk a dagirker derbên giran dixwe û paşve gavê diavêje. Îro jî ev pêlava Mekap hebûn û nirxên gelê Kurd diparêze. Gel û gerîla yek e. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê çalakiyên xwe dewam bikin û bi gerîla re bin. Dagirkerî û xiyanet wê hilweşin, hesab wê ji xayinan bê pirsîn."