QSD’ê li Reqayê derbeke giran li çeteyan xist!
Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê, li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê û hevkarên wî girt.
Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê, li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’ê û hevkarên wî girt.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir de, ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li ser maleke ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe tê de veşartine girtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serçeteyekî DAÎŞ’ê hatiye girtin û dest danîne li ser belge û çekên pê re.
QSD’ê da zanîn 2 kesên din ên alîkarî bi serçete re jî kirine jî hatine girtin.