Li Qamişloyê 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê' destpê kir

Şêniyên Kantonên Hesekê û Qamişloyê bi meşeke girseyî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûn. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê' li Qamişloyê li Çerxerêya Osman Sebrî destpê kir.

Bi deh hezaran kesên ji  navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo yên kantona Qamişlo, her wiha şêniyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û Hesekê yên kantona Hesekê tevlî meşê bûn.

Her wiha nûnerên deste û meclîsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmê, partiyên Kurd, Ereb û Suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên tevger û rêxistinên jinan, rêxistinên civakî û sivîl, ciwan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hunermend cihê xwe di meşê de digirin.

Di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tên şermezarkirin û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê tê silavkirin.

Tê payîn ku meş li qada li kêleka stada 12'ê Adarê ya li Qamişlo rawest û li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî bê dayin.