TEV-DEM: Êrişên li ser Şehba, Şengal û Zapê bi hev ve girêdayî ne

Hevserokên TEV-DEM'ê diyar kirin ku êrişên li ser Şehba, Şengal û Zapê bi hev ve girêdayî ne gotin, "Serketina li Zapê wê bibe serketina temamiya Kurdistanê. Lewma divê her kes vê berxwedanê mezin bike."

Ji aliyekî ve êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zapê ku bi piştgiriya PDK'ê dike, li aliyekî din jî êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê û bombardûmana dewleat Tirk a li ser herêma Şehbayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê... Li gorî Hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed û Xerîb Hiso ev hersê êrişên ku bi hemwextî têne kirin ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd e.

Hevserokên TEV-DEM'ê êrişên li ser Zap, Şengal û Rojava, bandor û encamên wan ji ANF'ê re nirxandin.

'DIVÊ GELÊ ME BI RASTIYA MALBATA BARZANÎ ZANIBE'

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed bal kişand ser êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ku 17'ê Nîsana 2022'an destpê kir û êrişa artêşa Iraqê ya ser bi hikumeta Mûstafa Kazimî ya li ser Şengalê û got, "Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê û xelkê Şengalê zanibin ku bi tenê nînin. Bi taybetî dayik li ber xwe didin û li gel şervanan e. Di parastina Şengalê de biryarî tê nîşandan."

Rûken Ehmed di êrişên dagirkeriyê de işaret bi xeta xiyanetê ya PDK'ê kir û destnîşan kir ku divê xelkê Başûrê Kurdistanê li ber vê xiyanetê rabe û ev bang kir: "Xiyanet tenê bi rêxistiniyê ji holê radibe. Eger em xwe bi rêxistin bikin û bi rengekî mezin li ber xwe bidin, hingî xiyanet jî wê tune bibe. Berxwedana gelan wê desthilatdariyên faşîst û xiyanetê hilweşîne. Divê gelê me bi rastiya malbata Barzanî zanibe. Pêwîste zanibe ku ji bo berjewendiyên xwe, gelan dike qurban. Ji bo xiyanet tune bibe divê Kurdistanî berxwedana xwe mezin bikin."

'DIVÊ EM HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI BERXWEDANA GERÎLA DERKEVIN'

Rûken Ehmed ji bo gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têdikoşin jî ev peyam da: "Berxwedana wan wê ti carî bi tenê nemîne. Gerîla hêviya gelan e. Divê gelê Kurdistanê zanibe ku sal sala azadiyê ye. Nabe em rûnên, divê em li ser piyan bin û berxwedana xwe mezin bikin. Wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gelê Rojava jî. Partiyên siyasî hemû, Rêveberiya Xweser û saziyên civakî yên sivîl divê vê berxwedanê xurtir bikin û hîn bêhtir piştgiriyê bidin."

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso jî anî ziman ku Tirkiye, Iraq, Sûriye û PDK ji bo tunekirina îrade û destketiyên gelê Kurd êriş dikin, lewma ji Şehbayê heta Zapê şer li qadeke mezin belav bûye û got, "Hikumeta Kazimî bi piştgiriya PDK'ê êrişî Şengalê dike. Li seranserê sînor dixwaz îradeya gelê Kurd û civaka Êzidî tune bikin. Li dijî van êrişan û siyaseta xetere ya qirêj gelê me berxwedan û lehengiyeke mezin dike. Em jî bi navê TEV-DEM'ê û saziyên wê, piştgiriyê didin vê berxwedanê û silav dikin."

Xerîb Hiso destnîşan kir ku hin partiyên Kurd jî ketine bin xizmeta desthilatdariya AKP-MHP'ê û bi vî rengî li dijî gelê Kurd ketine nava liv û tevgerê. Di vê mijarê de nirxandineke wiha kir: "Bêyî ku li siberojê bifikirin vê yekê dikin. Divê em vê dagirkeriyê û xiyanetê ne tenê şermezar bikin, divê em rastiya wan jî eşkere bikin. PDK çima tevlî planeke wiha qirêj dibe? Dema ku her kesî ev dît, hingî dikare bikeve nava liv û tevegrê û divê bi vê armancê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê em timî di nava liv û tevgerê û çalakiyan de bin."

'BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BI GERÎLA RE YE'

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso anî ziman ku têkoşîna gerîla ya li Zap û Avaşînê ku bi moraleke mezind ewam dike, bandoreke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ragihand ku divê her kes xwedî li vê têkoşînê derkeve. Xerîb Hiso bi bîr xist ku pêkhateyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû bajar û navçeyan di vê pêvajoyê de helwest li dijî dagirkerî û faşîzmê nîşan dane û wiha dewam kir:

"Berxwedana li Zap û Avaşînê û serketina wê weke serketin û berxwedana xwe dît. Ji ber ku eger dijmin li wir bi ser bikeve wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tişên gelekî nebaş biqewimin. Eger dijmin li wir têk biçe wê îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi ser bikeve. Îradeya gelan bi hev ve hatiye girêdan. Li dijî dagirkerî û êrişan bûne yek. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana ji Şehbayê heta Zapê weke serketina paşeroja xwe dibîne."