Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Çûr edalet xwestin

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 1055’emîn a çalakiya xwe de, ji bo Nûrettîn Çûr ê beriya 30 salan hatî windakirin, edalet xwestin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê di hefteya 1055'emîn a çalakiyên xwe de li Qada Galatasarayê, cihê hevdîtina xwe, hatin cem hev da ku aqûbeta xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Di çalakiya hefteya 1055'emîn de, li  eqûbeta Nûrettîn Çûr, ku 30 sal berê li navçeya Rezan a Amed hate windakirin, hate pirsîn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê didinê de, wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin li gel qurnefîlan hatin hilgirtin. Ji Mirovên Şemiyê Oya Ersoy di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.

‘EM BI BIRYAR IN’

Oya Ersoy, ku diyar kir windabûnên di bin çavan de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê çêbûne, got, "Em bi biryar in; em ê daxwaza xwe ya ji bo çareserkirina sûcên li dijî mirovahiyê, nemaze windabûnên di bin çavan deku li van axan pêk hatin, û ji bo eşkerekirina kê ev sûc kirine û çima, bidomînin. Ji ber ku her civak xwedî mafekî girîng e ku bizanibe kê sûcên weha hovane kirine. Em bi biryar in; Em ê balê bikişînin ser kevneşopiya bêcezatiya nayê guhertin."

Oya Ersoy çîroka Nûrettîn Çûr vegot.

‘MIN 30 SALAN MALA XWE NEGUHERT’

Piştre, Endamê Lijneya ÎHD'ê Cîhan Kaplan nameya dayika Nûrettîn Çûr, Makbule Çûr xwend. Di nameyê de ev gotin hebûn: "Ez we hemûyan bi êş û têkoşîna ku me di bin heman banî de tîne cem hev, ku di dilê me de yek e, silav dikim. Kurê min ji ber çalakiyên xwe yên partiya siyasî her tim dihat şopandin û gef lê dihat xwarin. Ew nikarîbû vegere mala xwe, me tenê piştî sê rojan fêm kir ku ew winda ye. Kesî dengê me nebihîst. Lêgerîna me ya edaletê ji bo kurê min Nûrettîn berdewam dike. Min 30 salan mala xwe neguhart ji ber ku  kurê min min dibe vegere."  

Piştre, çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.