Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

PYD: Dewleta Tirk dixwaze penaberan li herêmên dagirkirî bi cih bike

PYD: Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku vegerin warên xwe yên resen û neçin li avahiyên mêtîngeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker yan jî bi sponseriya komeleyên Îxwanî ava bûne, bi cih nebin.

Rayedarên dewleta Tirk a faşîst di van demên dawî de daxuyaniyên xwe yên der barê projeya bicihkirina milyonek koçberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî de zêde kirin û hewl didin plana guhertina demografiya wan herêman temam bikin.

Têkildarî mijarê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû dosyayên girêdayî kar û barên Sûriyeyê bi kar bîne. Ji komkirina piraniya terorîstên li cîhanê li Sûriyeyê bigire heta bigihêje belavkirina fikrê Îxwanî yê tundraw, parçekirina herêmên Sûriyeyê, dagirkirina wê, guhertina demografiya herêmên Sûriyeyê bi taybet herêmên kurdî li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, guhertina nasnameya bajar û gundên Kurdan da ku zihniyeta Osmanî ya tûranist bi cih bike. Her wiha dosyaya penaberên Sûrî, yek ji dosyayên herî zêde ku rejîma Tirk wek kaxizeke zextê bi kar aniye. Dewleta Tirk vê kaxizê li dijî dewletên Ewropayê bi kar anî, da ku destkeftiyên aborî li ser hesabê gelê Sûriyeyê ji wan dewletan bi dest bixe.

Di vê dawiyê de rejîma Tirk hewl dide alî, hêzên herêmî û bûyerên navneteweyî bi kar bîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Va ye îro rejîma Tirk behsa vegerandina milyonek penaberên Sûriyeyê dike. Lê wan venagerîne warên wan, lê belê dê li herêmên dagirkirî bi sponsoriya komeleyên Îxwanî yên tundraw bi cih bike. Li gel van bûyeran, civata navneteweyî bêdeng e û vê rewşê paşguh dike. Ji ber wê rejîma Tirk derfetekê dibîne ku kiryarên xwe bidomîne, terorê û wêraniyê li herêmên dagirkirî li dijî gelên me û gelên herêmê berdewam bike, tevna civakî ya Sûriyeyê parçe bike da ku bahoza şerê Sûriyeyê raneweste. 

Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku vegerin warên xwe yên resen û neçin li avahiyên mêtîngeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker yan jî bi sponseriya komeleyên Îxwanî ava bûne, bi cih nebin. Ew ji vê yekê dixwazin armancên siyasî, ajande û timayên dewleta Tirk pêk bînin ku hewl dide binesaziya civakî ya gelê Sûriyeyê biguhere. Em bêdengiya civata navneteweyî û hêzên garantor li hember vê siyaseta nijadperest şermezar dikin. Em bang li hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê û cîhanê dikin ku li hember van projeyên kirêt bisekinin û hewldanên dagirkeriya Tirk têk bibin ku dixwaze fitne û parçebûnê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de biafrîne. Em bang li welatparêzên Sûriyeyê dikin ku bibin yek û helwestekê nîşan bidin da ku planên rejîma Tirk negihêjin serî. 

Hemû gelên Sûriyeyê bi awayekî ewle vegerin war, mal û milkên xwe, neçin li herêmên pêkhateyên din bi cih nebin. Da ku civaka me bi hemû pêkhateyên xwe di pêşerojê de di nav aştî û hezkirinê de û bi rûmet û azadî di Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî de bijîn.”