Rêvebera TEV-DEM’ê Hedla Hesen: Berxwedana gelê Şengalê wê bi ser bikeve

Rêvebera TEV-DEM’ê Hedla Hesen diyar kir ew êrişên li ser Şengalê şermezar dikin û got “Berxwedana gelê Şengalê wê van êrişan bişkîne.”

Rêvebera TEV-DEM’ê Hedla Hesen têkildarî êriş û destwerdana li ser Şengalê ji ANF'ê re axivî. Hedla Hesen êriş şermezar kir û got “Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kiribû hikumeta Iraqê bêdeng mabû û bi tenê gerîlayên azadiyê û hêzên Şengalê li ber xwe dan. Dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir keç û jinên Şengalî li bazaran dihatin firotin. Niha jî hewldana dagirkirina Şengalê tê kirin, lê ew ê bi saya berxwedana hêzên Şengalê ev êriş jî werin şikandin.

Em dibînin ku gelek hêz dixwazin Kurdan qir bikin. Çi bi lêkirina dîwar û çi jî bi êrişan diyar dibe ku hikumeta Kazimî, malbata Berzanî û dewleta Tirk bi hev re van êrişan dikin. Jixwe tê xwestin ku di navbera Şengal û Rojava dîwar were lêkirin û bi vî awayî her du alî ji hev werin qutkirin.”

Hedla Hesen diyar kir, ku li Şengalê rêveberiyeke xweser heye û gel xwe bi rê ve dibe û got “Malbata Barzanî û dewleta Tirk a dagirker dixwazin van destketiyên li Şengalê tune bikin û ev hêz naxwazin gelê Kurd xwe bi rê ve bibin.”

Hedla Hesen bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike û got “Em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî van êrişan helwesta xwe zelal bikin.”