'Bêyî Rêber Apo em jî nînin'

Ramadan Yûsif Omer ragihand ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Sûriyeyê jiyan guherî ye û got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bi keda gel diyar bibe. Rêber Apo nebe Kurdistan jî nabe. Bêyî Rêber Apo em jî nînin."

Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salan li Sûriyeyê ma, xelkên herêmê gelek caran kom bi kom çûn Şam û Lubnanê û hevdîtin pê re kir. Yek ji kesên ku gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, Ramadan Yûsif Omer e.

Omer ji ANF'ê re qalê kir ku tevgera PKK'ê çawa nas kir û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re vegot.

Ramadan Yûsif Omer diyar kir yekane partiya ku nas kir PKK bû û got, "Destpêkê min hevalên Ednan û Elî Hesen nas kir. Min hevalên Mûstafa Gulo û Dûran Kalkan jî nas kir ku di nava karên civakî de bûn. Bi vî rengî tevlî kar bûm."

'JI GEL QUT NEBÛN'

Ramadan Yûsif Omer li ser biryara xwe ya ji bo meşa bi PKK'ê re wiha axivî: "Min tevgerek mîna PKK'ê berê qet nas nekiribû. Çenteyê wan li pişta wan her roj li nava gel, li çiyê dixebitîn, rojekê jî ji gel cuda nebû, timî di nava gel de bûn. Min rewşeke bi vî rengî qet nedîtibû. Bêguman rêbaza wan a jiyanê gelekî bala min dikişand. Hem çûn û hatina wan, hem jî têkiliya wan a bi gel re hêz da min. Berê alîgirên Barzaniyan li vir hebûn, lê belê mîna PKK'iyan nebûn. Ya ku min bi PKK'iyan re dît min li gel wan qet nedît. PKK ji partiyên din cuda dihate xuyakirin. Ji gel qut nebûn. Berê dema ku partî dihate gotin, mirovên bi gravat, axa dihate bîra mirovan. Lê belê PKK'ê ev têgihiştin têk bir."

Omer anî ziman ku bi hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Sûriyeyê re gel ji nû ve ava bû û got, "Dema ku hevalan ji me re gotin ku em ê biçin gel Rêbertî, me bawer nekir. Gelekî kelecanî bûbûn. Rojekê em li rêya Şamê bûn. Rêbertî her kes li hev kom kiribû. Ji me re hate gotin ku em ê bi rengê çend koman hevdîtinê bi Rêbertî re bikin. Her wiha xwestin ku kesên zêde hev nas nakin û ne ji heman taxê ne li hev kom bibin."

'DIGOT, DIVÊ HÛN JI XWE DESTPÊ BIKIN'

Omer qala dîtina Abdullah Ocalan kir, "Haya me ji hatina Rêbertî tune bû. Ji nişka ve derî vebû û rêbertî kete hundir. Ji bo Rêbertî nêrîn û nirxandina gel gelekî girîng bû. Bi hesasiyeteke mezin li gel guhdarî dikir. Rêbertî herî zêde bal dikişand ser wê yekê ku mirovek divê beriya her tiştî xwe biguherîne. Digot ku heta ku mirov xwe û malbata xwe neguherîne nikare Kurdistanê azad bike. Digot, yê xwe ava neke nikare xakê biparêze û azad bibe."

'RÊBER APO NEBE KURDISTAN JÎ AZAD NABE'

Omer bal kişand ser dilsoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi şehîdan re û got, "Bala min kişand ku Rêber Apo dema qala şehîdan dikir, navê wan, cihê ji dayikbûna wan, cihê şehîdbûna wan, bîranînên wan bi berfirehî vedigot. Vê yekê gelekî bandor li min kir."

Ramadan Yûsif Omer got, "Yekî weke Rêber Apo me ne dît ne jî dikare yekî mîna wî careke din bê cîhanê. Weke gel eger me jî weke Rêber Apo kar kiribûya niha li Îmraliyê nedibû. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bi keda gel diyar bibe. Rêber Apo nebe Kurdistan jî nabe. Rêber Apo nebe em jî nînin."