Sinn Feinê serketineke dîrokî bi dest xist

Di hilbijartinên parlamenta Îrlanda Bakur de Sinn Feinê ji 90 kursiyan 27 kursî wergirt û bi vî rengî serketineke dîrokî bi dest xist.

Gelê Îrlanda Bakur ji bo hilbijartina parlamentê deng da. Di encama dengdanê de Sinn Feinê 27 kursî bi dest xist û bû partiya yekemîn a serketî.

Di rêza duyemîn de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (Democratic Unionist Party-DUP) 24 kursî bi dest xist. Partiya Tifaqê (Alliance Party) jî bi 17 parlamenteran bû partiya sêyemîn.

LI BELFASTÊ SINN FEIN BÛ HIKUMET

Li gorî encamên hilbijartinê, li Îrlanda Bakur ji sala 1921'ê û vir ve ku weke dewleteke bi piraniya Protestanan ava bûye, Sinn Feinê yekemcar mafê wezîfeya serokwezîrtiyê bi dest xist.

Sinn Fein a bi pêşengiya Michelle O'Neill û Mary Lou McDonald dixwazin ku Îrlanda Bakur ji Qraliyeta Yekbûyî cihê bibe û bi Komara Îrlandayê re bibe yek.

Seroka Sinn Feinê O'Neill di axaftina xwe ya destpêkê de ya li ser hilbijartinê got, "Ev yek hilbijartineke rasteqîn a guhertinê ye" û diyar kir, "Ji bo polîtîkaya me û gelê me kêliyeke diyarker e."

DIBE KU REFERANDÛM BÊ KIRIN

Li Îrlanda Bakur bi encamên hilbijartinê re nîqaşên li ser referandûma serxwebûnê jî destpê kirin. Pêvajoya piştî hilbijartinê ku ji aliyê Seroka Sinn Feinê O'Neill ve weke 'serdemeke nû' hat pênasekirin, ji bo Îrlanda Bakur ji Brîtanyayê qut bibe û bi Komara Îrlandayê re bibe yek, weke firsendekê tê dîtin.

Li gorî 'Peymana În a bi Xêr' Good Feiday Agreement) ku sala 1998'an hate îmzekirin, eger piraniya welatî bixwazin wê referandûm bê kirin.

DÎROKA SINN FEINÊ

Sinn Fein li Îrlandayê tevgera herî kevn a siyasî ye. Navê wê jî ji pênaseya 'Em bi xwe' (We Ourselves) a bi zimanê Galya ya Îrlandî tê. Ji sala 1905'an dema avabûnê û vir ve Komargerên Îrlandayî ji bo gelê Îrlandayê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, xebitîn.

Tevgera ku beriya 100 salî ji aliyê Arthur Griffith ve hate damezrandin, veguherî gelek organîzasyonan.