Naîf Îşçî yê ku berdana wî 5 caran hat taloqkirin, hate berdan

Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve 5 caran berdana wî hate taloqkirin, hate berdan.

Naîf Îşçî yê ku li navçeya Cizîr a Şirnexê di Îlona 2010’an de hate girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê hate berdan.

Naîf Îşçî divê 27’ê Tebaxa 2023’yan hatiba berdan. Lê berdana îşçî 5 caran bi hincetên “greva birçîbûnê” û ji ber redkirina ferzkirina “poşmantiyê” dihat taloqkirin.