HRE: Li Şera û Ezazê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku li Şera, Bab û Ezazê di encama çalakiyên hêzên wan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 3'ê Gulanê de li herêmên Şera, Bab û Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê, li gundê Enapkê yê navçeya Şerayê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li herêma Babê jî di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hate kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li xeta Ezazê di encama çalakiyekê de serbazekî artêşa Tirk hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn."

HRE'yê ragihandi ku di encama çalakiyan de yek jê serbaz 4 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyek hatin kuştin, 4 leşkerên Tirk ên dagirker jî birîndar bûn.