Ji bo azadiya Rêber Apo meş û mîtîng
Li bajarê Til Berak ê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo, meş û mîtîng hate lidarxistin.
Li bajarê Til Berak ê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza azadî ji bo Rêber Apo, meş û mîtîng hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê, îro bi sedan şêniyên Til Birakê, endamên saziyên sivîl û leşkerî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek lidar xist.
Girseyê ji deriyê rojava yê têketina bajar dest bi meşê kir, wêneyên Rêber Apo hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.
Meş li Çerxerêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kongra Star a Til Birakê Zehra Mutleq axivî. Zehrayê di axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bike û fikra neteweya demokratîk a Rêber Apo wekî çareseriya herî guncaw ji qeyranên li Rojhilata Navîn re destnîşan kir.
Zehrayê anî ziman ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erkek e û azadiya wî di têkoşîna siyasî û dozên hiqûqa mirovahiyê de girîng e.
Zehrayê di dewama axaftina xwe de bang li dewleta Tirk û hikumetên dewletên din kir ku mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd nas bikin û di danûstandinên bi pirsgirêkên civakî re rêbazên demokasiyê bipejirînin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi cidiyet nêzî doza Rêber Apo bibin, dawî li pergala êşkence û qirkirinê bînin û zextê li desthilata Tirk bikin bila mafê hêviyê yê Rêber Apo bi cih bîne.
Çalakî bi silavkirina berxwedana Rêber Apo û şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê bi dawî bû.