Şêniyên herêma Firatê ji bo gerîla û Şengalê meşiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, şêniyên herêmê ji bo şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û berxwedana xelkê Şengalê meşiyan.

Ji bo silavkirina şerê gerîla yê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û xwedîderketina li berxwedana xelkê Şengalê, li Kobanê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, girseya gel liq ada Jin a Azad li hev civiya û ber bi Qada Aştiyê ve meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan, her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" hatin qîrîn.

Di dawiya meşê de mîtîngek hate lidarxistin û piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyanî hate dayin. Cîgirê Hevserokê Encûmena Zagonsaz Hisên El Şêx diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan ew bi rengekî azad dikarin biaxivin û got, "Em wan kesên ku ji bo azadiya gelan têdikoşin silav dikin. Em dibêjin em ê her tim piştgiriya gerîlayên xwe bikin."

Hisên El Şêx ragihand ku ew her tim li ser projeya neteweya demokratîk in û wê bi ser bikevin, serketin wê ya gerîla be.

Hevseroka Desteya Maliyeyê ya Herêma Firatê Firyaz Berkel jî destnîşan kir ku gelên xwedî projeya Neteweya Demokratîk wê teqez bi ser bikevin û got, "Vaye em di demekê de ne ku şerê taybet tê meşandin. Civak bi şerê taybet têne dagirkirin. Di vê mijarê de divê em ciwanên xwe biparêzin."

Firyaz Berkel di dawiya axaftina xwe de gerîlayên azadiyê silav kir û destnîşan kir ku ew her tim bi gerîla re ne.