Dagirker bombeyan li gundên Şera û Şêrawayê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî dibarîne.
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî dibarîne.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bombeyan li gundê Şewarxe yê navçeya Şera ûd erdora gundê Soxanekê û gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî dibarîne.
Dagirkeran serê sibehê jî gundên Samûqa û Ûm Hoş ên Şehbayê, doh bi şev jî gundê Zîwanê û Sealê, her wiha gundê Mielekê yê Eyn Îsayê û Rêya Bejahî ya M4 bombe kiribûn.