ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişloyê dîlgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin
Li Qamişloyê dîlgirtina rojnamevanên Kurd ku li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, hate şermezarkirin. -
Xelkê Efrînê bi biryar e ku li warê xwe vegere
Efrîniyên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehbayê bi cih bûn, bi hêviya vegera li Efrînê ne. Efrînî bi biryar in ku heta rizgarkirina warê xwe li ber xwe bidin. -
'Hêzên PDK'ê ketine bin kontrola MÎT'ê
Riyad Selahaddîn anî ziman ku PDK'ê hêzên Roj ji bo destwerdana li Şoreşa Rojava û dijberiya li PKK'ê ava kir û got, "Nêzî 6-7 sal in hêzên PDK'ê hemû di bin kontrola MÎT'ê de ne." -
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê: Emê li hemberî dagirkeriyê li berxwe bidin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Herêma Cizîrê li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê kir û got, “Emê li berxwe bidin.” -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamekî wan 12'ê Hezîranê li Dêra Zorê şehîd bûye. -
TKŞ: Em ê li ser şopa hevrê Zîlan têkoşîna xwe mezin bikin
TKŞ'ê Zîlan Destan di yekemîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Em ê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin." -
'Ne ji PKK'ê bûya Hewlêr dikarîbû biketa destê DAÎŞ'ê'
Ji fermandarên berê yên artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê Riyad Selahaddîn got, ne ji piştgirî û motîvasyona gerîla bûya, DAÎŞ dikarîbû bikete nava Hewlêr û Zaxoyê. -
'Piştî dîtina Rêbertî, jiyana me guherî'
Xalîse Mihemed û hevserê wê Adnan Hisêyin ku salên 1980'î Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nas kirin, diyar kirin ku bi vê naskirinê re jiyana wan guherî. -
Encamnameya civîna Hesekê hat ragihandin
MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ku têkildarê rewşa dawî ya li herêmê duh civînek lidar xistibûn, encama civîna xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir. -
'Rojnamevan di her şert û mercî de wê heqîqetê ji gel re ragihînin'
Rojnamevanên Kobanê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê dan û gotin, “Rojnamevanên Kurd di her şert û mercî de wê heqîqetê ji gel re raghînin.” -
QSD'ê li Holê hucreyeke DAÎŞ'ê têk bir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, ku li nêzî kampa Holê ya li bejahiya Hesekê ye, di encama operasyonekê de hucreyeke fînansî ya DAÎŞ'ê têk birine. -
Rûspî Hec Elî: Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî divê mezintir bibin
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, jiyan li mirovan herimî ye. Rûspiyên li Şehbayê işaret bi nerazîbûna gel kirin û diyar kirin ku divê serhildanên gel zêde bibin. -
QSD, MSD Û Rêveberiya Xweser li dijî dagirkeriyê li hev civiyan
MSD, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo nirxandina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê li hev civiyan. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, koma çete ya dewleta Tirk 'Ehrar Şerqiyê' li gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê gundiyê bi navê Henan Mihemed Yûsif revand. -
Dayikên gerîla: Bi her awayî em li pişt gerîlayên xwe ne
Dayikên şehîdan yên Kobanê berxwedana gerîla silav kirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: “Çiya cihê rûmetê ye û em bi gerîlayên xwe re serbilindin.” -
Dewleta Tirk çima dixwaze Til Rifetê dagir bike?
Yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike, Til Rifet e. Baş e, Til Rifet ji bo dewleta Tirk çima ewqasî girîng e? -
Li Kobanê şehîd hatin birêkirin
Li goristana Şehîd Dîcle ya Rojhilatê Kobanê şehîd Bekrî Derwêş (Demhat Derwêş), Hesen Elî (Ciwan), Nayle Meze (Denîz Boxaz) û Mihemed Xelîl (Siyabend Avesta) bi merasîmekê girseyî hatin veşartin. -
Operasyona QSD'ê: Serçeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin
QSD'ê ragihand ku li bejahiya başûrê Hesekê di operasyonekê de serçeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin. -
Enternasyonalîst: Piştgiriya me ya ji bo Rojava wê dewam bike
Enternasyonalîstên ku ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re berê xwe dan herêmê, lê belê ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin, diyar kirin ku wê piştgiriya bi Şoreşa Rojava re dewam bikin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Berdî Ebdulkerîm El Faris hat veşartin
Şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Berdî Ebdulkerîm El Faris (Bîgo) yê dema li ser erka xwe bû şehîd bû veşartin. Di axaftinên hatin kirin de soza şopandina rêya şehîdan hate dayin. -
Li Qamişlo di êrîşa hewayî de 5 kes birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Qamişloyê de depoya HPC’ê ya li Taxa Meyselonê hedef hatiye girtin û ji ber êrîşê 5 kes birîndar bûne. -
'Berxwedana gel wê dagirkeriyê têk bibe'
Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kantona Kobanê Osman Xelef diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker destketiyên Kurdan û projeya Neteweya Demokratîke û bang li gelan kir ku li hember êrişên dagirkeriyê xwedî helwest bin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamekî me şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan 'dema bi erka xwe ya parastina xak û gelê xwe radibû' şehîd bû. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 3 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Hemam ê Tirkmen ê Kantona Girê Spî 3 kes revand, ku yek ji wan jin e. Kesên hatin revandin, birin cihekî nediyar. -
Li Qamişloyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk li avahiyekê da
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li avahiyeke li Taxa Meyselon a Qamişloyê da.