'Hêzên PDK'ê ketine bin kontrola MÎT'ê

Riyad Selahaddîn anî ziman ku PDK'ê hêzên Roj ji bo destwerdana li Şoreşa Rojava û dijberiya li PKK'ê ava kir û got, "Nêzî 6-7 sal in hêzên PDK'ê hemû di bin kontrola MÎT'ê de ne."

Riyad Selahaddîn ê ji Qamişloyê yek ji wan kesan e ku di sala 1980'î de tevî malbata xwe ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kir. Ji payîza 1991'ê heta sala 2003'an li nava PDK'ê fermandariyê ji pêşmergeyan, di navbera salên 2003 û 2011'an de li nava artêşa Iraqê fermandariyê ji hêzên Kurd re û di navbera salên 2011 û 2018'an de jî fermandariyê ji 'hêzê Roj' û hêzên Zêrevanî yên li nava PDK'ê re dike. Riyad Selahaddîn di Gulana 2018'an de ji van hêzan qut bû, hat Rojava û niha weke pisporê leşkerî li nava QSD'ê dixebite. Riyad Selahaddîn li gel vegotina çîroka xwe qala wê yekê kir bê MÎT çawa hêzên PDK'ê perwerde dike û vê hêzê çawa kontrol dike.

Riyad Selahaddîn li ser daxwaza PDK'ê sala 2003'an tevlî nava artêşa Iraqê ya nû dibe. Piştî 8 salên li nava artêşa Iraqê sala 2011'an PDK jê dixwaze ku cihê xwe di nava damezrandina hêzê Roj de bigire. Riyad Selahaddîn got, "Di bin sîwana Zêrevanî de dawiya sala 2011'an bi navê 'Leşkerên Roj' me Tabûra Xinis ava kir. Piştre jî li Gîveranê tabûreke din hate avakirin. Dema ku Tabûra 3'emîn jî hate avakirin êdî me ev kir yek û me Alaya 1'emîn ava kir. Rêveberên vê alayê jî Ez û Bedel Bendî bûn. Perwerdeya wan jî ji aliyê fermandarên Zêrevanî ve dihate dayin."

Riyad Selahaddîn ragihand ku hêzên Zêrevanî jî sala 2003'an di bin sîwana PDK'ê de ji aliyê Ezîz Weysî ve hate avakirin û wiha dewam kir, "Wan nexwestin bikevin bin sîwana Hikumeta Kurdistana Federe. Ezîz Weysî hin ji Bakurî, kesên ji PKK'ê reviyan, hin Rojavayî û Başûrî li hev civand û ev hêz ava kir. Piştre dema ku hêza wan zêde bû bi ser Wezareta Pêşmergeyan ve kirin. Fon, lojîstîka wan bi temamî ji Wezareta Pêşmergeyan ve tê dayin jî ji aliyê leşkerî, siyasî û operasyonî ve fermanên xwe ji PDK'ê werdigirin. Yanî hêzeke ku bi temamî bi PDK'ê ve girêdayî ye."

MESÛD BARZANÎ LI SER SOZA XWE NESEKINÎ

Riyad Selahaddîn diyar kir ku sala 2012'an bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir û got, "Barzanî got, 'Ez zanim ku çekên we nebaş e, maeşên we nîne. Maeşê ku ji we re tê dayin jî ez ji kîsê xwe didim'. Wê demê bi 100 dolarî maeş didan me. Barzanî gotibû ku vî maeşî ji bêrîka xwe dide. Me jî jê re got ku em çekan dixwazin, pere naxwazin, naxwazin bi partiyên siyasî yên li Rojava ve girêdayî bin. Soz da me. Got 'Hûn ê leşkerên Barzanî bin'.

Dema ku me dest bi avakirina hêzên Roj kir, YPG hîn nehatibû avakirin. 2012'an dema ku me Alaya 1'emîn ava kir, me dixwest derbasî Rojava bibin. Me wê demê bihîst ku YPG ava bûye. Hingî li ser YPG û PYD'ê zêde agahiya me tune bû. Çapemeniya Başûr ji fermandarên li wê derê hemûyan re digot PKK ye. Tevî ku me xwest biçin Rojava, em nehatin şandin. Piştre maeşên me û derfetên me baş kirin. Ji kampa Dûmiz û ji Başûr ji ber ku pere tune bû û karekî bihata kirin tune bû bi sedan ciwanên Rojavayî tevlî dibûn. Hinek ji wan jî ji bo derbasî Rojava bibin tevlî dibûn. Bi vî rengî me Alaya 2'emîn ava kir. Di salên 2013-2014'an de êdî ENKS'ê xwe ferz kir. Bi taybetî PDK-S, bi rêya Parastinê zext li me dikir. Li nava Alaya 2'emîn 100 kes bi cih kirin ku bi temamî bi partiya wan ve girêdayî bûn. Ji xwe Alaya 3'emîn jî bi temamî ji ENKS'iyan hate avakirin. Barzanî soz dabû me ku wê dest li karên me wernedin, em ê bi wan ve negirêdayî bin, lê belê li ser soza xwe nesekinî.

DIJBERIYA LI ŞOREŞA ROJAVA

Wê demê me leşkeran bi armanc û sedema damezrandina vê hêzê nizanî bûn. Ji me hebû ku tenê em ê derbasî Rojava bibin, li dijî Esad şer bikin û herêmên Kurdan rizgar bikin. Li Başûr jî ne ji hêzên Roj re ne jî ji hêzên pêşmergeyan ên giştî re perwerdeya siyasî dihate dayin. Perwerde hemû leşkerî bûn. Di perwerdeyan de digotin, 'Rojava wê bikeve destê PKK'ê. Hûn li hemberî vê yekê hêza xwe ava bikin, wan deveran bi dest bixin û hikumeta xwe ava bikin'. Di perwerdeyan de timî li ser PKK'ê axaftinên gelekî nebaş dihatin kirin. Bi taybetî ENKS'iyan timî li dijî Şoreşa Rojava tiştên nebaş digotin. Heta wê demê me YPG û PYD nas nedikir. Çapemeniya Başûr jî mîna Erdogan ji YPG û PYD'iyan re digot 'PKK'yî' ne.

SIYASETA ZEXEL A PDK'Ê

Piştî ku perwerdeyek qediya 5-6 mehan carekê ji ofîsa siyasî ya PDK'ê yan jî ji ofîsa serokatiyê dihatin bi me re civîn lidar dixistin. Wan jî digotin, 'Hûn Sûriyeyî ne, divê hûn hikumeta xwe ava bikin, em nikarin bibin hikumet'. Ji bilî vê zêde li ser PKK'ê nediaxivîn, lê belê ENKS'î li derveyî fermanên wan tevdigeriyan û bi vî rengî diaxivîn. PDK'ê bi avakirina vê hêzê re hem dixwest Rojava û Rojavayiyan kontrol bike hem jî hêzek li dijî PKK'ê ava dikir.

EFSERÊN TIRK Û MÎT PERWERDEYÊ DIDIN

Dema ku hêzên Roj û Zêrevanî ji aliyê Tirkan ve hatin perwerdekirin ez hingî amade bûm. Bi navê 'Koalîsyona Navneteweyî' ev hêz ji aliyê fermandarên Tirk ve têne perwerdekirin. Min bi xwe dît, fermandarekî Tirk ders dida. Li gel wî jî tercûmanekî Kurdî hebû, ders dida Alaya 3'emîn a hêzên Roj. Li gorî agahiyên gihîştin min PDK hin hêzên xwe kom bi kom dişîne Tirkiyeyê û MÎT perwerdeyê dide wan. Beriya 6 mehan pê hesiyam ku ev kom bi vî rengî ji Tirkiyeyê re têne şandin û ji bo 40 rojan perwerde ji wan re tê dayin. 6-7 sal in hemû hêzên PDK'ê ketine bin kontrola MÎT'ê.

YPG'Ê Û BERXWEDANA KOBANÊ BANDOR LI MIN KIR

Piştî ku Alaya 1'emîn a hêzên Roj hate avakirin, min bihîst ku YPG ava bûye û herêmên Kurdan ji rejîmê rizgar kiriye. Beşek ji xizmên min li Rojava bûn. Têkiliya min bi wan re hebû. Qala lehengiya YPG'ê dikirin. Bandor li me jî dikir. Mîna min di nava hêzên PDK'ê de çend hevalên min hebûn. Em bi dizî li hev diciviyan û me digot, 'Divê em jî biçin wê derê, tevlî wan bibin û şer bikin'. Gelê Başûrê Kurdistanê jî gelekî ketibû bin bandora Berxwedana Kobanê ya YPG û YPJ'ê. Ev ruh gihîştibû Başûr jî. Gelê Başûr wê demê qala PKK'ê jî dikir. Qala Şoreşa Rojava, YPG û YPJ'ê dihate kirin. Rizgarkirina herêmên Rojava bi destê YPG'ê bandor li me jî dikir. Me jî dixwest ku tevî wan li dijî DAÎŞ'ê şer bikin. Bi taybetî Berxwedana Kobanê, lehengiya hevalên jin a di şer de gelekî bandor li min kir. Min wê demê xwe û welatparêziya xwe nas kir. Lê belê PDK, ENKS îro jî YPG, QSD û YPJ'ê qebûl nakin. Timî bi nebaşî li ser şoreşê û PKK'ê diaxivin. Ev jî nakokiyên min ên bi PDK û ENKS'ê re kûrtir dike."

JI BO PETROLÊ RIMÊLAN Û DÊRIK DIXWESTIN

Riyad Selahaddîn diyar kir ku sala 2015'an hêzên Koalîsyona Navneteweyî hem li Rojava bi hêzên QSD'ê hem jî li Başûr bi hêzên Roj û Zêrevanî re civîn çêkirin û hewl dan projeyekê amade bikin ku hêzên Roj tevî QSD'ê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer bikin. Riyad Selahaddîn anî ziman ku ragihand ku fermandarên ENKS'î qebûl nekirin ku hêzên Roj di bin sîwana QSD'ê de li dijî DAÎŞ'ê şer bikin û got, "Dixwestin ku hêzên Roj weke artêşeke cuda li Rojava bimîne. Dema ku fermandarê Emerîkî pirsî 'hûn dixwazin li ku bimînin?' hingî gotin Rimêlan û Qereçox. Li wan deveran şer tune bû. Ji bo petrolê digotin. Hîn ji bo Rojava tiştek nekiribûn lê her yekî ji bo rêveberiyê xwe li cihekî tayîn kiribûn. Min jî got, şer li ku be ez dixwazim tevî YPG'iyan biçim şer. PDK'ê ez tevlî civîna sêyemîn nekir. Parastin nehişt ku biçim civînê. 2016'an hin hevalan xwestin derbasî Rojava bibin, hingî li Hewlêrê min jî girtin. 4 mehan piştî ku girtî mam, di Fermandariya Zêrevanî de ez tevlî wezîfeya pasîf kirin. Di Gulana 2018'an de qut bûm û hatim Rojava."

LEŞKERÊN TIRK BI KINCÊN PDK'Ê DIÇIN QADÊN GERÎLA

Riyad Selahaddîn diyar kir ku PDK mîna berê niha jî bi dewleta Tirk re ye û got, "PDK'ê beriya 6 mehan hêzek şand aliyê Şêladizê, Sîrî, ji bo dorpêçkirina gerîla. Piştî ku Mesrûr Barzanî çû Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin kir, ji bo operasyonê nuqteya dawî danîn. PDK'ê hêzên xwe yên Gulan 1, Gulan 2 û Roj li derdora qadên gerîla bi cih kir. Li qedemeyên destpêkê Gulan 1 û Gulan 2 hene. Gerîla dorpêç kirine. Di şer de aktîf nînin, lê belê leşkerên Tirk van bi kar tînin. Kincên van li xwe dikin û bi wesayitên van li xeta Şêladizê, Sîrî xwe nêzî qadên gerîla dikin û êriş dikin. Ji xwe PDK ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî herî zêde ji hêzên Gulan 1, Gulan 2 û hêzên Roj bawer dike. Dema ku şerekî xiyanetê bibe wê ev hêz bêne bikaranîn."

LI DIJÎ PKK'Ê ŞER NEKIN

Riyad Selahaddîn destnîşan kir ku gerîlayên PKK'ê lehengî û berxwedaneke mezin dikin ku li devereke din a cîhanê nîne, bi vî rengî Kurd û Kurdistanê diparêzin û got, "Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye. Mirovên 18-20 salî bûne fedaî, bûne xwedî hêzeke welê ku artêşa Tirk bêçare dihêlin. Artêşa Tirk li van qadan kîmyasalê bi kar tîne. PDK divê êdî destê xwe nede dijmin û dest ji vê siyasetê berde. Divê Rojavayî, Başûrî ji bo pariyek nan li dijî Kurdan şer nekin. Divê bi rûmet bin."

Riyad Selahaddîn herî dawî bang li hêzên PDK'ê û hêzên Roj ên di nava wan de kir: "Li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan şer nekin. Me ji xwe re bikin mînak. Eger hûn nikarin mil bidin milê gerîla û li dijî dewleta Tirk şer nakin jî dor li gerîla negirin, nebin amûrek ji vî şerê qirêj re. Dest ji çeka xwe berdin û biçin li mala xwe rûnên."