'Berxwedana gel wê dagirkeriyê têk bibe'

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kantona Kobanê Osman Xelef diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker destketiyên Kurdan û projeya Neteweya Demokratîke û bang li gelan kir ku li hember êrişên dagirkeriyê xwedî helwest bin.

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe li hember gelê Kurd zêde kiriye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrişên qirkirinê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Her wiha li hember êrişên dagirkirina Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî gel bi çalakiyên xwe bersiva dagirkeriyê didin.

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kantona Kobanê Osman Xelef têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, ji ANF'ê re axivî. Osman destnîşan kir ku armanca êrişan berfirehkirina sînorên Osmaniyan e û got ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze ji Helebê heya Mûsilê sînorên xwe fireh bike.

'BI DAGIRKIRINÊ RE ARMANC BERFIREHKIRINA SÎNORÊN OSMANÎ YE'

Osman Xelef da zanîn ku dewleta Tirk beriya hilbijartinê her tim êrişê destketiyên Kurdan û muxalefetê dike û wiha got, "Ev êriş ne cara yekem e ku pêk tên. Ew dixwaze saltanata Osmaniyan vegerîne û li gorî wê sînorên Mîsakî-Millî nû bike. Bi vê yekê dixwaze sînorên xwe ji Helebê heya Mûsilê bi dagirkirinê nû bike."

Osman Xelef anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha bênavber êrişî destketiyên gelê Kurd kiriye û wiha domand, "Dewleta Tirk û çeteyên wê, bi êrişên derveyî zagonên navneteweyî gav bi gav herêmê dagir dike. Ji çiyayên Kurdistanê heya Mexmûr, Şengal û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ev êriş berfireh bûye. Şerê taybet li ser gel dide meşandin. Bi êrişan re dixwaze cardin gel ji herêmê bide koçkirin."

'WÊ BERXWEDANA GEL BI SER BIKEVE'

Osman Xelef diyar kir ku gelê Kurd berdêlên giran daye û xwedî li axa xwe û nasnameya xwe derdikeve û wiha pêde çû, "Gelên li herêmê xwedî li keda xwe û berxwedanê dertên. Xwedî li projeya Neteweya Demokratîk ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve. Dewleta Tirk a dagirker vê yekê napejirîne. Di bin navê dixwazin herêmên ewle ava bikin de êrişî destketiyên Kurdan dikin. Komên çeteyên DAÎŞ’ê bi hêz dikin. Dixwazin Kurdan di warê siyasî, aborî, çandî û leşkerî de bêhêz bikin û bifetsînin. Lê gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistanê bi berxwedana xwe bersiva dagirkeriyê daye û li ser piyan xwedî li destketiyên xwe derdikeve."

Osman Xelef herî dawî bang li raya giştî kir ku li hember êrişên dagirkeriyê xwedî helwest bin û got: "Wê berxwedama gel bi ser bikeve."