Dewleta Tirk çima dixwaze Til Rifetê dagir bike?

Yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku dewleta Tirk dixwaze dagir bike, Til Rifet e. Baş e, Til Rifet ji bo dewleta Tirk çima ewqasî girîng e?

Piştî ku li Sûriyeyê di sala 2011'an de şerê navxweyî destpê kir, dewleta Tirk ji bo şer û kaos li salan belav bibe, bi roleke mezin rabû. Di serî ed çeteyên DAÎŞ'ê, gelek komên çete perwerde kir, ew veguhast herêmê û bi taybetî berê wan dan herêmên Kurdan ji bo êriş bikin.

Ji sala 2011'an heta sala 2018'an dema dagirkirina Efrînê, dagirkerî û komkujiyên ku hewl dida bi destê çeteyên DAÎŞ'ê bike, piştî DAÎŞ bi berxwedana mezin a hêzên QSD, YPG û YPJ'ê têk çû, vê carê bi rêbazeke cuda hate kirin. Dewleta Tirk bi xwe yekser êriş kir û sala 2018'an Efrîn, sala 2019'an jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Dewleta Tirk bi vê jî nesekinî û êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava sê salên dawî de bênavber dewam kir. Piştî dagirkirina Efrînê, êrişî xelkê Efrînê kir ku ji ber dagirkeriyê neçar mane koçî Şehba, Şêrawa û Til Rifetê bikin. Rojên dawî Serokkomarê Tirk Erdogan bi taybetî Minbic û Til Rifet kir hedef û ragihand ku wê êrişên dagirkeriyê dewam bike. Baş e ev herdu herêm ji bo dewleta Tirk çima girîng e?

BAJARÊ HERÎ STRATEJÎK Ê HERÊMÊ

Til Rifet ku berê bi navê El Fad dihate naskirin û bi 35 kîlometreyan dûrî Helebê ye, ji ber rewşa xwe ya stratejîk di navbera qralan û piştre jî di navbera dewletan de timî bû cihê bazariyê û şer. Gundên Ehrez, Kefer Anton, Dircimêl, Şêx İsa, Til Ecar, Kefer Nasê, Kefer Nayê, Keştear, Misqalê, Til Cibîn, Tinib, Tatmaraş, Cîhad çend ji gundên Til Rifet in. Li rojavayê Til Rifetê navçeyên Nûbil-Zehra hene ku bi 710 hektarî fireh in.

Til Rifet ku Beriya Zayinê di sala 883'an de ji aliyê hikumdarekî bi navê Dîklad Bîn Lasir ve hate avakirin, tê texmînkirin ku destpêkê Romayî lê man. Piştre jî bi dorê ji şaristaniyên Helen, Fars, Asûr, Aramî, Babil û Xiristiyaniyê re malovanî kir. Ereb, Kurd, Asûrî, Çerkez, Tirkmen û Ermen lê man.

Di çarçoveya siyaseta Erebkirinê ya rejîma Baas de ber bi dawiya sedsala 20'î ve Ereb li herêmê hatin bicihkirin. Li Til Rifetê ku sala 1975'an bi rengekî fermî weke bajarekî hate qebûlkirin, xelk debara xwe bi zîreetê, bazirganiyê dike. Bi taybetî genim, nok, nîsk û ceh lê şîn dibe. Beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê nifûsa bajêr 85 hezarû 883 kes bû.

ÇALAKIYÊN DESTPÊKÊ YÊN LI DIJÎ REJÎMÊ

Sala 2011'an piştî ku Dera ji aliyê hikumeta Şamê ve hate dorpêçkirin, Til Rifet jî hate dorpêçkirin. Xelkê Til Rifetê ji bo rakirina dorpêçê li dijî hikumeta Şamê dest bi çalakiyên girseyî kir, lê belê van çalakiyan demeke kurt dewam kir. Hikumeta Şamê soz da gel ku wê daxwaza wan bi cih bîne. Lê belê bi bidawîbûna çalakiyan re hêzên ser bi rejîmê ve her kesên tevlî çalakiyan bûn destgîr kirin.

Til Rifet wê demê navendeke revê bû ji bo leşkerên ji artêşa hikumeta Şamê qut dibûn. Bi sedan leşker û fermandarên ji artêşê qut bûn hatin Til Rifetê û di ser Ezazê re derbasî Tirkiyeyê bûn, xwe bi vî rengî birêxistin kirin. Her wiha gelek fermandarên leşkerî yên ji artêşê reviyan Til Rifetê komên xwe ava kirin û êrişên li ser herêmên rejîma Şamê bi rêxistin kirin.

DI NAVBERA SALÊN 2012-2016'AN DE NAVENDA ÇETEYAN BÛ

Hikumeta şamê sala 2012'an bi temamî ji Til Rifetê hate derxistin û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) li vê derê 2 kom ava kir. Yek ji wan Lîwa El Fetîh bû. Berpirsyarên vê komê hemû ji Til Rifetê bûn. Ya din jî Lîwa El Tewhît bû, ku berpirsyarên vê komê hemû ji Marê bûn. Ev herdu kom hîn jî di nava Cebhet El Şamiyê de ne û li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dimînin.

Komên ku sala 2012'an Til Rifet bi temamî bi dest xistin, piştre êrişî Helebê kirin û gelek tax kontrol kirin. Sala 2012'an OSO ji Til Rifetê derdora 5 hezar endam kom kir. Piştre jî 150 ji wan tevlî DAÎŞ'ê, 400 jî tevlî nava Cebhet El Nûsra bûn.

Sala 2013'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê li Iraqê avabûna xwe ragihand kontrola Til Rifetê di destê Cebhet El Nûsra de bû. Cebhet El Nûsra wê demê li dijî DAÎŞ'ê di eniyê de bû. Di nava sala 2013'an de DAÎŞ'ê êrişî cihên El Nûsra lê bûn kir û li Til Firetê jî xwe bi rêxistin kir. Mehên dawî yên heman salê DAÎŞ'ê li bendeke kontrolê endamekî OSO kuşt. Bi vî rengî aloziya n avbera DAÎŞ'ê û Cebhet El Nûsra zêde bû. OSO wê demê li hemberî DAÎŞ'ê dest bi pêngavê kir û dawiya sala 2013'an DAÎŞ bi temamî ji Til Rifetê hate derxistin.

XWE LI RIZGARKIRINA WÊ RANEGIRTIN

Hêzên şoreşger ên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne di 14'ê Sibata 2016'an de dest bi pêngava rizgarkirinê kirin û navçeyên Til Rifet û Keferneya, gundên Şêx Hilal, Maliqiyê, Şêwarqa, Eyn Deqne, Minix, Beylûniyê, Şebaniyê, Til Ecar û balafirgeha leşkerî ya Minixê ji çeteyên dewleta Tirk rizgar kirin. Dewleta Tirk ku nekarî xwe li rizgarkirina Til Rifetê rabigire bi rojan top li Efrînê barand.

Piştî rizgarkirina bajêr, xelkê herêmê sîstema xwe ya xweser, komun û meclîsên xwe ava kir. Gelek malbatên ji Til Rifetê ku ji ber çeteyan neçar man xaka xwe biterikînin li warê xwe vegeriyan. Sala 2018'an dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagir kir, bi sed hezaran Efrîniyan xwe li vî bajarî girtin. Niha li Til Rifetê 3 hezar û 692 malbatên Efrînê û 572 malbatên Ereb hene. Piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk bênavber êrişî vê herêmê kir. Ji ber êrişan li Til Rifetê heta niha bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne.

HERÊM ÇIMIA TIMÎ DI ROJEVA TIRKIYEYÊ DE YE?

Dewleta Tirk ji bo Til Rifetê dagir bike bi salan bazarî bi Rûsyayê re kir. Lê belê Îran li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser vê herêmê rabû. Rûsyayê li vê herêmê ji bo rêveberiya xweser lawaz bike û xwe xurt bike, gefa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê bi kar anî be jî pêşkêşkirina vê herêma ku parastina Helebê dike ji bo Tirkiyeyê, li berjewendiyên xwe nedît.

Tevî ku dewleta Tirk rojane bombeyan li herêmê dibarîne, li gorî daneyên rêveberiya xweser zêdeyî 100 hezar kesên ji ber dagirkeriya li Efrînê neçar man koç bikin hîn jî li Şehbayê dimînin. Rayedarên rêveberiya xweser her wiha diyar dikin ku nêzî 150 hezar kesên ji Ezaz, Cerablûs û Babê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûne li vê herêmê dimînin.

Li gel şert û mercên giran ên li vê herêmê jî motîvasyona Efrîniyan; rizgarkirina Efrînê ye. Ji ber vê yekê li hemberî her cûre êrişan, li vê herêma ku li ber Efrînê ye berxwedana xwe dewam dikin. Efrînî bi mayina li Til Rifetê dewleta Tirk ditirsîne.

Til Rifet li ser sînorê Ezaz û Efrînê ye. Nuqteyeke din a ku dewleta Tirk çav berdaye, balafirgeha Minixê ye. Eger ev der bê dagirkirin wê kontrola rêya bejahî ya M5 bi dest bixe. Rêya M5 ku dirêjahiya xwe 432 kîlometre ye, Şam û Helebê digihîne hev. Ji ber ku rêya bejahî ya M5 li Til Rifetê derbas dibe, dagirkirina Til Rifetê ji bo dewleta Tirk hîn girîng dibe. Ji ber ku M5 di hemû bajarên Sûriyeyê re derbas dibe û digihêje rêya M4.

Her wiha Til Rifet weke mifteya Helebê jî tê dîtin. Bi dagirkirina Til Rifetê re dewleta Tirk dixwaze kontrola Helebê bike. Ji ber van faktorên krîtîk, Til Rifet bala dewleta Tirk dikişîne. Tirkiye ku bi serkêşiya rejîma Erdogan li Rojhilata Navîn polîtîkaya dagirkeriyê dimeşîne, bi dagirkirina Til Rifetê re dixwaze hem Efrîniyan neewle bike hem jî nêzî armanca xwe ya li ser Helebê bibe.