QSD, MSD Û Rêveberiya Xweser li dijî dagirkeriyê li hev civiyan

MSD, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo nirxandina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê li hev civiyan.

Rêveberên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo nirxandina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh êvarê li bajarê Hesekê li hev civiyan.

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û Emîna Omer, gelek endamên MSD'ê, Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û rayedarên meclîsê tevlî civînê bûn.

Di civînê de gefên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin û amadekariyên hêzên leşkerî, tedbîrên ji aliyê siyasî, rêveberî û siyasî ve bêne wergirtin, destnîşankirina tifaqeke hevpar û mekanîzmaya kar hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de QSD, MSD û Rêveberiya Xweser li dijî dagirkeriyê plansaziyek amade kirin.