ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Rojavayî ji seferberiyê re amade ne
Ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li qadên gerîla meşa dirêj lidar xistin, destnîşankirin ku PDK û dewleta Tirk wê li hemberî gerîla têk biçin, ew ê seferberiya çalakiyan dewam bikin. -
Komek ciwan tev li refên gerîlayan bûn
Komek ciwanên Kurd û Ereb di meşa li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bi gotina “Garantiya Kurdistanê em in” li dijî dagirkerî û xiyanetê tev li nava refên gerîla bûn. -
Dagirkeran rojavayê Rojava ji xwe re kiriye armanc
Dewleta Tirk, Til Rifet, Girê Spî, Rêya M4 û gundên li rojavayê bajêr û Eyn Îsayê bombebaran dike. -
QSD’ê nasnameya şervanê li Dêrazorê şehîd bû aşkere kir
Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameya şervanê li Dêrazorê şehîd bû aşkere kir û got: “Em Şehîd Mûnzir Xelef bibîrtînin û ji malbata şehîd û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.” -
QSD: 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku operasyona wan ya li dijî DAIŞ’ê hatiye destpêkirin û got: “Divê operasyona hêzên me de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.” -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîl qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de li Kantona Efrînê, herî kêm 3 sivîl qetil kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker her roj bombeyan li Rojava dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker îro jî bombe li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barand. -
Meşa Dirêj a ji Qamişlo heta Dêrikê dewam dike
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jin ên Ciwan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re, sê roj in dimeşin. -
QSD: Dewleta Tirk çeteyên El Nûsra li Efrînê bi cih kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku dewleta Tirk li başûr û rojavayê Efrîn a dagirkirî, çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (El Nûsra ya berê) bi cih kiriye. -
Dewleta Tirk li Til Rifetê êriş bir ser nexweşxaneyekê
Dewleta Tirk a dagirker bi droneyeke bombebarkirî êriş bir ser nexweşaneyeke li navçeya Til Rifet a Şehbayê. -
Gundên Efrînê di bin êrîşan de ne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê û Aqîbe yên Efrînê bombebaran dikin. -
Malbatên Şehîdan: Weke Kobanê em ê dîsa bi ser bikevin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan li hemberî êrîşên dewleta Tirk ew ê li kêleka hêzên Rêveberiya Xweser bin û got: “Em ê herêma xwe biparêzin û ger pêwîst bike em ê ji bo vê jî şehîd bibin." -
Li Dêrazorê dewleta Tirk hate protestokirin
Bi sedan kesên ku di nav de rûspî jî hebûn, li rojhilatê Dêrazorê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gefên nû yên dagirkeriyê protesto kirin. -
Şehîd Mihemed El Sayil li Tirbespiyê hate veşartin
Bi sedan kesan Şehîd Mihemed Ferec El Sayil li Goristina Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê veşart. -
Gelên Minbîcê êrişên dagirker protesto kirin
Gelên Minbîcê li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan. -
Dewleta Tirk bombe li Şehba û Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Kantona Şehbayê û Şêrawayê barand. -
Li Qamişloyê Meşa Dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê destpê kir
Ciwanan li Qamişloyê meşa bi sê rojan a “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werina cenga azadiyê” da destpêkirin. -
Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êrîş pêk hat - HATE NÛKIRIN
Li ser rêya Sêgirka ya Qamişlo li dijî wesayîtekê êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê, Sedellah Omer Mihemed Seydî û Helîme Çolo revandin. Aqûbeta kesên hatin revandin nayê zanîn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê li Hesekê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Çiya Serêkaniyê yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê merasîmek hate lidarxistin. -
HRE: 3 leşker û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li navçeya Şêrawayê wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî îmha kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Li heman navçeyê 2 çete jî hatin kuştin. -
Rojava tê bomberdûmankirin, li Cindirêsê kesek hate revandin
Dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberdûman dike û li Cindirêsê jî kesek revand. -
Encamnameya konferansa Lubnan-Kurd hat ragihandin
Di konferansa diyalogê ya Lubnan-Kurd de encamnameya bi 11 xalan hat aşkerakirin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê destketiyên gelê xwe biparêzin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber gefên dewleta Tirk a dagirker rabû û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê herêmên xwe û destketiyên gelên xwe biparêzin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Minbic û Şerayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li gundên Minbic û Şerayê barandin.