Xelkê Efrînê bi biryar e ku li warê xwe vegere

Efrîniyên ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk li Şehbayê bi cih bûn, bi hêviya vegera li Efrînê ne. Efrînî bi biryar in ku heta rizgarkirina warê xwe li ber xwe bidin.

Piştî dagirkirina Efrînê di destpêka sala 2018'an de bi sed hezaran ji gelê Efrînê berê xwe dan herêmên cur bi cur ên Sûriyeyê, lê piraniya wan berê xwe dan herêma Şehbayê. Zêdetirî 300 hezar koçberên Efrînê niha li Şehbayê dimînin.

Herêma Şehba di sala 2017'an de ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ji destê çeteyên El-Nûsra û DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Herêma Şehba di navbera kantona Efrînê û bajarê Helebê de cih digre, ji gelek gund û bajaran pêk tê û bajarê wê yê herî mezin jî Til Rifat e.

Ji ber ku DAÎŞ siyaseta erdê şewitandî li ser herêmên ku dagir dikir, pêk dianî piranî mal û milkên xelkê Şehbayê desteser dikirin. Ji bo ku koçberên Efrînê di nav mayînên DAÎŞ'iyan de bi cih nebin, Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê dest bi avakiririna kampên koçberan li Şehbayê kir.

Li herêma Şehbayê 5 Kampên koçberên Efrînê hene. Kampa herî mezin Serdem e, piştre kampa Berxwedan e û her wiha kampên Efrîn, Veger û Şehbayê hene.

Her kampek li cihekê ji Şehbayê hatiye avakirin. Kampên Veger û Şehba li herêma Şêrewa ya Efrîna dagirkirî hatiye avakirin. Lê ew her du kamp her roj dibin hedefa topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Bi sedan koçberên ji Efrînê di wan herdu kampan de bi cih dibin. Li gorî sîstema komîn û meclîsan wan her du kampan xwe ji aliyê rêxistinî de organîzekirine.

Kampên Serdem, Berxwedan û Efrînê jî li herêma Şehbayê hatine avakirin bi hezaran koçberên Efrînê di van her sê kampan de jiyana xwe heya vegera Efrînê berdewam dikin. Her wiha di destpêka avabûna kampê de sîstema komîn hat rûnişkadin, di her komînekê de ji kampê nêzî 100 malbatên Efrînî jiyan dikin. Her wiha ew komîn ji gelek komîteyan pêk tê her wiha piştî avabûna komînan meclîseke kampê hate demezrandin. Di her kampek a li Şehbayê de meclîsa gel heye ku ji aliyê gelê Efrînê yên di kampê de hatiye çêkirin. Li kêleka wê sîstema Hevserokatiyê di hemû komîn û meclîsan de tê pêk anîn. 

Li ser jiyana kampan Hevseroka Meclîsa Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm axivî. Îbrahîm diyar kir ku kampa yekem li Şehbayê ji bo koçberên Efrînê hat avakirin, kampa Berxwedan bû û wiha pêde çû: "Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, gelê Efrînê bi darê zorê koçberî herêma Şehbayê bûn. Li herêma Şehbayê ji ber ku mal tune bûn kamp hatin avakirin û kampa yekemîn ku ji bo gelê Efrînê hatibû avakirin kampa Berxwedan bû di dîroka 23-3-2018'an de hate avakirin."

‘PIŞTÎ KOMÎN HAT AVAKIRIN MECLÎS JÎ DI KAMPÊ DE HAT AVAKIRIN’

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Piştî avakirina kampê sîstema ku li Efrînê hatibû rûniştandin, gelê Efrînê dîsa ew sîstem berdewam kir. Destpêkê komîn û komîteyên wê hatin avakirin di her komînekê de nêzî 100 heya 150 malbat hebûn. Piştî komîn hat avakirin meclîs jî di kampê de hat avakirin, meclîs ji gelek komîteyan pêk tê ji wan kar û barên civakî, tenduristî, parastin, şaredarî û h.w.d. Piştî avakirina komîteyan, kar û xebat li ser peydakirina pêdiviyên gel hat kirin. Weke ku her mirov jî dizane di jiyana di bin çadiran de zehmetiyeke berbiçav tê kişandin, di Havînê de çadir germ dibin û ji xwe di demsala Zivistanê de zehmetiyên cur be cur li pêşiya koçberan derdikeve." 

'BI HÊVIYA VEGERA EFRÎNÊ GEL JIYANA XWE BERDEWAM DIKE'

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku ew di berxwedana xwe de bi israrin ku wê ji wan re serkeftinê bîne û got: "Herêma Şehbayê di destpêka ku em hatine de di bin dorpêçê de ye. Bi rojane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve heya asta komkujiyan tê bomberankirin. Ji dervey hebûna hêzên Rûsyayê û hêzên rejîma Sûriyê, gefên dewleta Tirk di van demên dawiyê de li ser herêma Şehbayê dewam dikin. Lê li gorî van hemû astengiyan, gel di vegera Efrînê de bi israr e. 

HEMÛ ÇADIR BI KULÎLK Û ŞÎNATIYAN HATIYE PÊÇANDIN

Tê zanîn ku herêma Efrînê herêmeke ku di aliyê çandiniyê de dewlemend e, tê de deşt û çiya hene. Xelkê herêmê bi riya çandiniyê derbara jiyana xwe dikin û çandiniya herî navdar çandina darên zeytûnê ye. Lê piştî dagirkirina Efrînê, xelkê koçber ên di Şehba de bi guhertinekê hesiyan, li gorî ku herêma Şehba nêzî herêma Efrînê ye lê xweza û hewaya xwe ji hev cuda ye. Bi taybet dema ku herêma Şehbayê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de, tu kes xwedî li erd û zeviyên xwe dernediket û hemû erdên xelkê mirî bûn. Li gorî wê, ji ber ku xelkê Efrînê girêdaneke xwe bi xweza û çandiniyê re heye, hemû çadir û pêşiyên çadirên xwe bi şînkahiyên cur be cur xemilandine. Hemû çadir bi kulîlkên ciyewaz hatine pêçandin û xemilandin, hem sebra xwe bi wê çandiniyê tînin û hem jî aboriya xwe din xurtir dikin. 

'ME JIYANEKE NÛ DI KAMPÊN KOÇBERIYÊ DE AVAKIRIYE'

Yek ji niştecihên kampa Berxwedanê Hacer Xelîl ku karê meclîsa kampê bi rêvedibe, diyar kir ku eger ew jiyana xwe ya niha bi jiyana Efrînê re hevrû bikin cihê êşê ye, lê hebûna wan a li vir wê vegera wan misoger bike û wiha got: "Eger em bixwazin jiyana ku me li welatê xwe jiyan dikir û jiyana ku niha di kampan de derbas dikin, bînin ber hevdû gelek cudahî hene. Ji ber li Efrînê cih û warê me fireh bû, hemû xwedî mal û milk bûn û hemû derfet hebûn, lê li vir dema ku siharê çavê xwe vedikin û li çadiran dinêrin bi rastî êşekê di dilê me de çêdike. Lê em tu carî xwe bê hêz nakin, ji ber ku me di Kampê de jiyan daye avakirin û derdora çadirên xwe dar û şînatî çandine. Dibe ku pir kêm be jî lê kal, zarok, jin û mêrên ku di kampê de li berxwedidin bi van çandiniyan bêhna xwe fireh dikin. ji ber ku em di çadiran de xwe di aliyê bîrdozî de pêşdixin da ku em bikaribin vê zehmetî û barê li ser milê me sivik bikin. Di aliyê jiyanî de jî zarokên me dibistana xwe berdewam dikin."

‘XWENDEKAR BI TEVÎ BÊDERFETIYAN JÎ DI XWENDINA XWE DE BI ISRARIN’

Xeşîl da zanîn ku Dema li Şehbayê kamp hatin avakirin, li kêleka wê dibistanên dayîkê jî hatin vekirin û got: “Dibistan bi kadroyek baş a mamosteyan ku di hemû biranşan de pêşketî bûn, di destpêka koçberiyê de hat avakirin. Di destpêkê de mamosteyan waneyên xwe di hundirê çadiran de didan. Bi tu awayî derfetên ji bo ku xwendekar, xwendina xwe berdewam bikin tune bûn. Lê li gorî wê xwendekar û mamoste bi israr bûn ku xwendina xwe berdewam bikin. Bi demê re bi alîkariya Heyva Sor a Kurd dibistan di kampan de hate avakirin. Heyva Sor a Kurd navendên xwe yên tenduristiyê di hemû kampên koçberiyê de vekirin û 24 seatan kar dikin.”

Di aliyê ewlekariyê de kampên koçberên Efrînê li Şehbayê bi tu awayî ne weke kampên koçberan yên ku li seranserî cîhanê ne. Ji aliyê parastinê ve jî xwe bi rêxistin kirine û komîteyeke li gorî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê Hêza Parastina Civakî hatiye avakirin.

‘KESÊN KU RÊBENDAN KONTROL DIKIN JI XELKÊ KAMPÊ NE’

Yek ji endamên Hêza Parastina Civakî Bavê Egîd ragihand ku gelê bê parastin were hiştin nikarin li berxwebidin û got: "Encamên ku koçberî bi xwe re tîne nerênî ne, gel perîşan û belav dike. Ji ber wê me hêza xwe ya parastinê bi awayekî lezgîn ava kir. Di hemû kampan de rêbendên sereke hene ku ketin û derketina gel tê şopandin, ji bo ku kesên xerîb derbasî kampê nebin her wiha kesên ku rêbendan kontrol dikin ji xelkê kampê ne."

Gelê Efrînê bûye çar sal li Şehbayê di nav kampên koçberiyê de berxwe didin, tenê armanceke wan heye, ew jî vegera Efrînê ye. Di wê hêviyê de ne ku berxwedana wan li Şehbayê wê serkeftinê ji wan re misoger bike û tekez in ku wê ji nû ve şîn bibin.