Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêra Zorê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamekî wan 12'ê Hezîranê li Dêra Zorê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku endamekî wan li Dêra Zorê di 12'ê Hezîranê de şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Îbrahîm El-Terman
Navê Bav: Elayî
Navê Dayikê: Dehiye
Dîrok û cihê tevlêbûnê: 20.04.2018, Bisêra
Dîrok û cihê şehadetê: 12.06.2022, Dêrazor

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Îbrahîm re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên ku di oxira parastina gelê xwe de canê xwe feda kirine, ditewînin. Em ê rêya wan bişopînin heta ku aştî û ewlehî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were."