Cenazeyê şervanê QSD’ê Berdî Ebdulkerîm El Faris hat veşartin

Şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Berdî Ebdulkerîm El Faris (Bîgo) yê dema li ser erka xwe bû şehîd bû veşartin. Di axaftinên hatin kirin de soza şopandina rêya şehîdan hate dayin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Berdî Ebdulkerîm El Faris (Bîgo) ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spartin axê.

Merasîm bi torana leşkerî û deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatima Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, şehîd mertalên welat in, ji bo azadiya gelê xwe berdêlên giran dane.

Ji fermanarên QSD'ê Çekdar Cûdî jî axivî, soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehadetê  ya şehîd xwendin û radestî malbata wî kir.

Hevalên şehîd cenazeyê wî hilgirtin ser milê û bi diruşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.