ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Em ê li dijî dagirkeriyê her cihê bikin qada berxwedanê‘
Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin. -
Talana li Racoyê didome: 50 darên din ên zeytûnan hat birîn
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco a bi ser Efrînê, zêdetirî 50 darên zeytûnê birî. -
Di 10 rojan de 445 bombe li gundên Minbicê ket
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de di 10 rojên dawî de herî kêm 445 bombe li gundên Minbicê ketine. -
Li Reqayê operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Reqayê di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de çeteyek hatiye girtin. -
YRA: Divê rojnamegerên li Amedê hatine destgîrkirin werin berdan
Yekîtiya Ragihandina Azad destgîrkirina rojnamegerên li Amedê şermezar kir û diyar kir divê demildest ev rojnameger werin berdan û êrîşên li ser rojnamegerî û medyayê were sekinandin. -
Ling çûn, lê ew nesekinî
Kar û afirandin ji bo Hozan cihê kêfxweşiyê bû. Digot, "Her ku dixebitîm bêhn dihate ber min. Gava disekinîm, welê li min dihate ku mîna hilmê nastînim." -
Cenazeyê Şehîd Ferhan Mihemed hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Ferhan Mihemed li Goristana Şehîd Dijwar bi meresimekî girseyî hate veşartin. -
Li Benê jinek birîndar bû
Li gundê Benê yê Şêrawayê di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de jinek birîndar bû û du malan zirar dît. -
Li Cindirêsê 3 kes hatin revandin
Yek ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk Furqet El-Hemzat li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 kes revandin. -
Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê bi rengekî awarte civiya
Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk bi rengekî awarte civiya û destnîşan kir ku ew amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re bi koordîneyî tevbigerin. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêmê barandiye û bûye sedema xisara madî. -
Çete li liv û tevgera şebekeyên MÎT'ê mikur hatin
Çeteyên di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin girtin li xwe mikur hatin. Gotin ku MÎT'ê fermana gelek sûcên sûîqest, êrişên bombeyî, qaçaxçitî û sextekariyê dane wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. -
Cenazeyê Şehîd Tariq Ebdulhemîd hat veşartin
Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Tariq Ebdulhemîd ku di dema pêkanîna erka xwe de şehîd bû bi merasîmekê hat veşartin. -
Dewleta Tirk bi sekvanan sivîlan hedef digirin
Dewleta Tirk a dagirker li hemberî welatiyên Taxa Sînaa yê Eyn Îsayê vê carê jî sekvan xistin devrê. Di êrişan de kesek birîndar bû. -
Dewleta Tirk careke din Minbîc bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Minbîcê gundek bomberdûman kir. -
PDK'ê nehişt enternasyonalîst biçin Rojava
Bi dehan enternasyonalîst ji bo li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin Rojava, xwestin biçin Rojava. Lê belê li ser sînor ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nayê dayîn ku derbas bibin. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê li wesayîtekê da
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê li wesayîtekê da. -
Enternasyonalîst ji bo piştevaniyê diçin Rojava
Bi dehan enternasyonalîst ji bo li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin Rojava, berê xwe dan herêmê. -
MÎT'ê ji bo 'kaosê' wezîfedar kir
Hucreya razayî ya MÎT-DAÎŞ'ê ya li Rojava hate têkbirin, li xwe mikur hat ku bi çalakiyên bombeyî yên bi cebilxaneyên ji herêmên dagirkirî anîn, ji bo afirandina kaosê hatin wezîfedarkirin. -
Di êrîşên li ser Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn
Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha gelek top li gundê Dêr Cemal ê Til Rifet û gundê Bênê yê Şêrawayê jî ketin. -
Dagirker gundên Şehbayê tobparan dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um El Qura û Wehşiye yên herêma Şehbayê topbaran dikin. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şerayê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker 2 gundên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir. -
‘Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin’
Ji fermandarên QSD’ê Hisên Koçer, di civîna bi rûspiyan re hat kirin de, da zanîn ku ew xwe ji bo azadkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne amade dikin. -
Cenazeyên Mizgîn Botan û Kîsra Melek bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan û welatparêz Kîsra Melek ên li Qamişloyê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûn, cenazeyên wan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand
YPJ'ê ragihand ku şervana Mizgîn Botan 30'ê Gulanê şehîd bûye û got, "Hevrê Mizgîn çawa ku ji bo parastin û mezinkirina şoreşa Rojava bi rihekê fedaî şer kir, em ê jî li hember her cure gef û êrişan li berxwe bidin, welatê xwe biparêzin."