Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, koma çete ya dewleta Tirk 'Ehrar Şerqiyê' li gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê gundiyê bi navê Henan Mihemed Yûsif revand.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, koma çete ya dewleta Tirk 'Ehrar Şerqiyê' li gundê Miskê yê navçeya Cindirêsê gundiyê bi navê Henan Mihemed Yûsif revand.
Henan Yûsif dema di benda kontrolê de ya li gundê Sindiyankê derbas dibû, ji aliyê çeteyan ve bi lêdanê hate revandin. Aqûbeta gundiyê hatiye revandin nayê zanîn.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2018'an û vir ve li Efrîn a dagirkirî bi rêk û pêk sûcên şer dike. Revandina mirovan, talan, êşkence û kuştin bûne sûcên rojane.