Enternasyonalîst: Piştgiriya me ya ji bo Rojava wê dewam bike

Enternasyonalîstên ku ji bo piştgiriya bi Şoreşa Rojava re berê xwe dan herêmê, lê belê ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin, diyar kirin ku wê piştgiriya bi Şoreşa Rojava re dewam bikin.

Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de li hev civiyan û berê xwe dan Rojava.

Dema ciwanên enternasyonalîst gihan Deriyê Sînor ê Pêşxabûr di navbera Başûr û Rojava de hêzên PDK’ê bi hincetê vala pêşiya wan girt û rê neda ku derbas bibin.

Li ser vê yekê enternasyonalîstan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Em komek çalakvanên navneteweyî ku ji gelek welatên cîhanê pêk tên piştevaniya xwe ya ji bo şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê tê nasîn nîşan didin.

PDK’Ê RÊ NEDA DERBAS BIBIN 

Destpêkê em çûn Başûrê Kurdistanê, ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin me berê xwe da Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ê navbara Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Deriyê sînor di bin rêveberiya PDK’ê de ye. Hêzên PDK’ê rê neda ku derbasî Rojava bibin û rê li me girt. PDK’ê bi hevkariya Tirkiye ambargo daniye ser Rêveberiya Xweser ji ber vê ambargoyê PDK’ê rê neda ku derbas bibin.

BÊDENG NEBIN, DAWÎ LI QEDEXEYA LI SER PKK’Ê BÎNIN

Em vê ambargo û zexta PDK’ê û dewleta Tirk ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, şermezar dikin. Şerê ne hiqûqî yê dewleta Tirk ê li ser Tevgera Azadî Kurd şermezar dikin. Balkêşe ku NATO û dewletên din li ber sûcên şer ên Tirkiye bêdeng in û şirîk in. Divê firotina çekên kîmyewî, firotina balafirên şer, qedexekirina li ser PKK’ê û piştevaniya Tirkiye bi dawî bikin. 

RÊGIRIYÊ LI ENTERNASYONALÎSTÊN CÎHANÊ NEKIN

Em dixwazin dawî li girtina deriyê sînor bê anîn û ambargo bi dawî bibe. Divê NATO û Yekîtiya Ewropa dawî li qedexeya li ser PKK’ê bîne, dawî li desteka xwe ya ji bo Tirkiye bîne, rêgiriyê li çalakvanên şoreşger ên li seranserî cîhanê berê xwe didin Rojava nekin.

PIŞTEVANIYA ME YA JI BO ŞOREŞA ROJAVA WÊ BIDOME

Daxwaz li hemû çalakvanên navneteweyî û kesên demokrasîxwaz ên cîhanê dikin ku piştgirî bidin şoreşa Rojava û hemû kar û xebatên ji bo aştiya li Kurdistanê tê kirin, bikin. Em piştgiriyê didin dawîanîna ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, ji bo wê wê meha pêşiya me koma duyemîn a çalakvanên navneteweyî bê Kurdistanê û piştgiriya xwe ya şoreşa Rojava û şikandina ambaroya bikin, çi pêwîst jî be bike. 

Rê nehate dayîn ku em sînor derbas bikin, ev tenê beşeke ya xebatên me ne yên li dijî faşîzim û milîtarîzmê. Hewldan û tevgera me ya ji bo jiyaneke azad bi dawî nabin."