ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de şervanek birîndar bû – HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a navenda Zirganê bombebaran kir, gundê Xêbiş ê Til Temir û gundê Şiwarxa yê Şerayê jî ji xwe re kirin armanc. Di bombebaranê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Xabûrê Kados Til Temir birîndar bû. -
Şehîd Xalid El Elî li Tebqayê hate veşartin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xalid El Elî ku di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Tebqayê hate veşartin. -
Li Efrînê du kes hatin revandin
Dewleta Tirk û artêşa çeteyan a di bin banê wê de, li navçeya Şera ya Efrînê du kes revandin. -
Berdevkê YPG’ê: Em ê yekser bersivê bidin
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got heke Tirk êriş bikin wê tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin û wê yekser bersivê bidin. -
QSD: Divê êrişên dewleta Tirk were sekinandin
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û hêzên ku li hemberî herêmê berpirsyariya wan heye divê peywira xwe pêk bînin. -
Dewleta Tirk Şêrawayê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qentara û hawîrdora gundê Soxanekê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîn dagirkirî bombebaran dikin. -
Êrîşî Zirgan û Til Rifatê kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî navçeya Zirgan a Hesekê û Til Rifat a Efrînê kirin. -
Dewleta Tirk Til Temir bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din gelek gundên Til Temirê bomberdûman kir. -
TEV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) nerazîbûn nîşanî civaka navneteweyî da ku li hemberî polîtîkayên hov ên dewleta Tirk bêdeng dimîne. -
Li Kobanê çalakiya bi kon di roja 2’emîn de didome
Konê ku ciwanên Kobanê û Reqa, Tebqa, Dêrezor û Minbicê li qada şehîd Egîd vekirine di roja duyemîn de didome. -
QSD'ê li Dêra Zorê operasyon kir: Serçeteyek hate girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyon kirine û di encamê de serçeteyek girtine. -
Xelkê Kobanê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiya
Şêniyên Kobanê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê meşiyan û bang li raya giştî kirin ku li ber pîlanên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê rabin. Her wiha destnîşankirin ku wê li dijî êrişkariyê têkoşîna xwe xurtir bikin. -
MSD'ê bang li NY'yê kir: Tavilê dest li dewleta Tirk werdin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştî gefên dewleta Tirk ên ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li civaka navneteweyî kir ku "tavilê dest lê werdin." -
QSD: Dewleta Tirk ji çeteyan kembera reş çêdike
QSD'ê got, "Dewleta Tirk li eniyên şer kembera ji çeteyan çêdike. Di êrişên gengaz de wê bêne bikaranîn." -
Şêxên eşîrên Ereban: Em bi QSD'ê re ne; heta azadiyê em ê têbikoşin
Şêxên eşîrên Ereban li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker diyar kirin ku ew bi QSD’ê re ne û heta azadiyê wê têbikoşin. -
Ferhad Şamî: Dewleta Tirk wê derbeke giran bixwe
Berpirsê Çapemeniyê yê QSD’ê Şamî diyar kir li qadê tevgerke berbiçav a dewleta Tirk tune lê li ser planeke xetere dixebite. Şamî diyar kir ew li benda êrişeke dagirker a nû ne û got “Em amade ne li hemberî her cure êrişê li ber xwe bidin.” -
Omer: Dixwazin NATO'yê jî tevlî êrişa nû ya dagirkeriyê bikin
Abdulkerîm Omer diyar kir ku gefên li ser dagirkeriyeke nû wê metirsiyeke mezin bi xwe re bîne û got, "Yên ku dixwazin Mîsakî Mîllî pêk bînin, hewl didin NATO'yê jî tevlî vê komployê bikin ku wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike." -
Şêrawa bi dijwarî tê bombebarankirin
Dewleta Tirk gundên Aqibê, Soxanekê, Ziyaret, Bênê û Xiribkê yên Şêrawayê bi obusan bombebaran dike. -
Li dijî Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê êrîşên dagirkeriyê
Dewleta Tirk a dagirker û komên paramîlîter ên girêdayî wî gundên Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê bombebaran kirin. Êrîşên li ser Zirganê dewam dikin. -
Efrîniyan ji bo axa xwe li ber baregeha Rûsan mîtîngek li dar xist
Gelê Efrînê yê ku niha li Şehbayê koçber e, bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û guherandina demografiya herêmê li ser herêma Efrînê li ber baregeha Rûsan a li Şehbayê mitîng li dar xist. -
Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, li dijî dewleta Tirk banga yekîtiyê kir
Meclîsa Reqayê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê li gelan kir. -
Tevgerên Ciwanan: Divê li parçeyên Kurdistanê ciwan rabin li ser piyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Dêrikê bi daxuyaniyekê banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Divê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê li çar perçeyên Kurdistanê ciwan rabin ser pêyan û her cihî bikin qada çalakiyan.” -
Li hemberî dagirkerî û xiyanetê çalakiya konvendê
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên herêma Firatê ji bo piştevaniya bi gerîlayên azadiyê re û li hemberî xiyaneta mala Barzanî çalakiya konvedanê dan destpêkirin. -
Kongra Star tecrîda Îmraliyê protesto kir
Bi pêşengiya Kongra Star li Qamişloyê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin. -
'Erka siyasî ya her partî û rêxistinê, parastina nirxên gel e'
Serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser pîlanên Erdogan ên ji bo guhertina demografiya herêmê û destnîşan kir, ku partî û hêzên xiyanetkar, ji dijmin ne cuda ye.