Li Qamişlo di êrîşa hewayî de 5 kes birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Qamişloyê de depoya HPC’ê ya li Taxa Meyselonê hedef hatiye girtin û ji ber êrîşê 5 kes birîndar bûne.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn têkildarê êrîşa hewayî ya li Qamişloyê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşê depoya HPC’ê ya li Taxa Meyselonê kiriye û di encama êrîşê de 5 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Dewleta Tirk a dagirker bi balefireke bê mirov a bi çek, 9‘ê Hezîranê roja Pêncşemiyê depoya Hêzên Parastina Civakê ya li Taxa Meyselonê ya Qamişloyê ji xwe re kir hedef.

Êrîş, dewama êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan e. Ji ber êrîşê 5 sivîl birîndar bûn. Li cihê teqîn lê çêbû wesayîtan jî zirar dît.

Em wek Hêzên Ewlehiya Hundirîn, çalakiyên ji bo xerakirina ewlehî û aramiya herêmên me şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor ên peyman îmze kirine dikin ku bi erka xwe rabin û nehêlin êrîş çêbibin.“