Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel

Sê sal berê, Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê ji aliyê sîxurên Parastin û MÎT’ê ve hatibû teqandin. Ev êrîş weke beşek ji planeke berfireh a têkbirina îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê hatibû dîtin.

Di 15’ê Hezîrana 2022’an de, Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê bi du mayinên ku ji aliyê sîxurên PDK’ê ve hatibûn bicihkirin, hat teqandin. Li gorî mikurhatina êrişkarên hatin girtin, plan ew bû ku bi dehan kes şehîd bikevin, îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê were şikandin û gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rabe. Lê belê, di encama têkoşîna gel de, ev plan têk çûn û îradeya gel bi ser ket.

Di sala 2022’an de, li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên berfireh ên leşkerî, siyasî û îstixbaratî çêbûn. Yek ji van êrîşan jî teqandina Meclisa Gel a Sinûnê bû, ku ji aliyê sîxuran ve hatibû kirin. Di 15’ê Hezîrana 2022’an de, du mayinên ku hate ragihandin bi talîmata dezgeha Parastinê û MÎT’ê li Meclisa Gel hatibûn bicihkirin, hatin teqandin. Di encamê de, zarokê bi navê Salih Naso û çalakvanê bi navê Îbrahîm Derwêş şehîd bûn, her wiha şeş kes jî birîndar bûn.

Ev êrîş weke dewamiya pêla êrişan a teqandina wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) û teqandina Meclisa Gel a Xanesorê hate şîrovekirin. Planeke berfireh hatibû amadekirin, ku hikûmeta Kazimî jî bi her awayî hevkarê van êrîşan bû. Beriya vê êrîşê jî, di destpêka meha Gulanê de, artêşa Iraqê êrîşî saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê yên Şengalê kiribû. Lê ev êrîş bi berxwedana gel bê encam mabû. Piştî ku artêşa Iraqê ji nav bajar vekişiya, vê carê jî bi destê sîxur û xiyanetkaran planeke nû ket meriyetê.

ARMANCA KOMKUJIYÊ Û DAXUYANIYÊN ŞERÊ TAYBET

Di encama teqîna Meclisa Gel a Sinûnê de, du kes şehîd bûn, ku yek ji wan zarok bû, û şeş kes jî birîndar bûn. Lê belê, sîxurên MÎT û PDK’ê yên ku bi Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê hatin desteserkirin, îtîraf kirin ku hedefa vê êrîşê kuştina bi dehan kesan û derxistina aloziyê di nav civaka Êzidî de bû.

Sîxurê MÎT û PDK’ê Seed Casim, ku şeva 14’ê Hezîranê mayin li Meclisa Gel bicih kiribû, li xwe mikur hatibû û gotibû: "Hedefa vê êrîşê ew bû ku bi dehan kes werin kuştin û gelê Sinûnê li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rabe." Ji bo komkujiyeke girseyî çêbibe, yek ji sîxurên din, Selah Berces, hatibû erkdarkirin da ku dema herî qerebalix a meclîsê ragihîne û sîxurê din, Fadil Cemîl Mirad, jî ji dûr ve mayînan biteqîne. Ji bo ev plan pêk were, dewleta Tirk jî balafireke keşfê rakiribû da ku Meclisa Gel a Sinûnê bişopîne.

Piştî teqînê, qonaxa duyemîn a vê planê ji aliyê PDK’ê ve ket meriyetê. Ragihandina şerê taybet a PDK’ê bi weşaneke taybet Meclisa Gel weke baregeha YBŞ’ê nîşan da. "Dijî-Teror"a PDK’ê jî daxuyaniyek belav kir û got, êrîş li dijî baregeha PKK’ê ya li Sinûnê hatiye kirin. Piştî van daxuyaniyan, komên girêdayî PDK’ê yên ku berê hatibûn rêxistinkirin, dest bi liv û tevgerê kirin; li şûna ku biçin alîkariya birîndaran, meclîsa gel û asayîş dorpêç kirin.

Daxuyaniya Heyder Şeşo ya piştî teqînê, weke îtirafa plana qirêj bû. Heyder Şeşo piştî êrîşê yekser ji ragihandineke PDK’ê re axivî û li ser meclîsê wisa axivîbû ku diyar bû, ji vê êrîşê agahdar bûye! Heyder Şeşo bêyî hemdê xwe plana PDK’ê eşkere kiribû û gotibû: "Di êrîşê de bi dehan mirî û birîndar hene. Îro kombûneke wan li meclîsê hebû, yên ne xelkê Şengalê di wê civînê de amade bûn." Heyder Şeşo her wiha gef li saziyên gel xwaribû da ku dest ji saziyan berdin, ku ew jî qonaxa duyemîn a planê bû. Bi vê daxuyaniyê re hevdem, komên girêdayî PDK’ê dora Meclisa Gel û Asayîşa Êzîdxanê girtin û xwestin asayîş ji Sinûnê derkeve.

ÎRADEYA GEL BI SER KET

Sîxurên PDK’ê îtîraf kiribûn ku dewleta Tirk û PDK’ê sala 2022’an weke sala hilweşandina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê plan kirine. Plana ku bi şehîdxistina Dijwar Feqîr û teqandina Meclisa Gel a Xanesorê dest pê dike, bi êrîşa Meclisa Gel a Sinûnê digihîje lûtkeyê.

Lê belê, Rêveberiya Xweser a Şengalê li gel gelê Şengalê li ber van êrîşan paşve gav ne avêt. Piştî nûkirina meclîsê, di 1’ê Gulana 2023’an de, Meclisa Gel a Sinûnê bi beşdariya gel careke din hate vekirin û dest bi xebatên xwe kir.