Li Qamişloyê dîlgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin

Li Qamişloyê dîlgirtina rojnamevanên Kurd ku li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, hate şermezarkirin.

Têkildarî destgîrkirina rojnamevanan ku di 8'ê Hezîranê de ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve li Bakurê Kurdistanê pêk hat û di encamê de 20 rojnamevan hatin girtin, Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi beşdariya rojnamevanan li Çerxerêya Nebî Hûrî ya li Qamişloyê hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Dilyar Cizîrî û bi zimanê erebî ji aliyê Malva Elî ve ku hevserokên YRA`yê ne, hat xwendin.

Yekitiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ragihandin dengê heqîqet û civakê ya li pêşberî desthildarên zordar e, lê li Tirkiyê veguheriya sûcdariyeke mezin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê xebatkarên ragihandinê ji aliyê polîsên Tirk ve bi awayekî hovane hatin girtin û hate gotin: “Em wek Yekitiya Ragihandina Azad van kirinên dewleta Tirk ên nemerdane û li dijî hemû yasayên mirovî, her wiha binpêkirina azadiya rayê û têkbirina xebatên ji bo demokrasiyê bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku dewleta Tirk niha ketiya rêza yekem a welatên azadiya ragihandinê binpê dike û hate gotin: “Saziyên ragihandinê li Tirkiyê bûne xetere û çarenûsa wan veşartî ye. Ev jî ji ber siyasetên dewleta Tirk ên girtin, binpêkirin û tundiyê ye.”

Yekitiya Ragihandina Azad di daxuyaniyê de da zanîn ku dewleta Tirk bi van kirinên xwe ragihandinê ber bi mirinê ve dibe û wiha hate gotin: “Em piştgiriya xwe ji hevalên xwe yên rojnamevan ku di girtîgehên dewleta Tirk de ne, pêşkêş dikin. Di heman demê de em bang li civaka navdewletî, sazî û rêxistinên hiqûqî dikin ku di zûtirîn demê de destwerdanê bikin da ku zext û zordariya li ser xebatkarên ragihandinê rabe û di zûtirîn demê de ji girtîgehên Tirkiyê werin derxistin.”

Li gorî Yekitiya Ragihandina Azad 337 rojnamevan û çalakvanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî îmze kiriye.