Rûspî Hec Elî: Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî divê mezintir bibin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, jiyan li mirovan herimî ye. Rûspiyên li Şehbayê işaret bi nerazîbûna gel kirin û diyar kirin ku divê serhildanên gel zêde bibin.

Xwepêşandanên gel ên li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li piraniya herêmên dagirkirî dewam dikin. Bi destwerdan û êrişa çekdarên artêşa Tirk a dagirker a li xwepêşandêran, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.

Li navenda bajarê Efrînê ya dagirkirî li dijî şîrketa elektrîkê (STE) ji ber bihabûnê û qutkirina ceyranê li navenda çerxerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Hêzên çekdar ên artêşa Tirk bi çekan êriş birin ser xwepêşandêran. Ji ber vê yekê jî xwepêşandêran berê xwe dan avahiya ku qaşo 'encûmenên xwecihî' ya çeteyên dewleta Tirk lê bûn û avahî bi temamî şewitandin. Her wiha gelek navendên ceyranê yên li Efrînê dan ber agir.

Li bajarê Idlibê jî  gel li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker rabû ser piyan û ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê derkeve dirûşm qîriya. Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa "Na ji guhertina demografîk re, Erê ji bo vegera koçberan" hate hildan.

Şêniyên bajarê Marea ya dagirkirî jî bersiva bangên xwepêşanderên Efrînê dan û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser piyan. Şêniyên Mareayê agir berdan avahiya qaşo 'meclîsa xwecihî' ya çeteyên dewleta Tirk û şîrketa ceyranê ya li bajêr. Di çalakiyê de dirûşmên "Sûriyeya azad", "Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve" hatin qîrîn.

Şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî jî derketin qadan û avahiyên Şîrketa Elektrîkê ya Tirk û saziyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li navenda bajêr şewitandin.

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku navê "polîsên leşkerî" li xwe kirine, hejmareke ji xwepêşanderên yên li dijî dagirkeriyê û polîtîkayên wê yên li herêmê kuştin û hinek jî birîndar kirin.

Ji rûspiyên eşîra Bo Xemîs a herêma Efrînê Hec Elî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û xwepêşandanên li djiî siyaseta dewleta Tirk a dagirker pîroz kir û got, "Bila cîhan giştî zanibe ku sedema sereke ya van xwepêşandanan ew e ku, kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xelkê herêmê her ku diçe zêde dibe. Ji ber wê banga me weke eşîra Bo Xemîs ji hemû gelê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne xwepêşadanên xwe bilind bikin ji ber ku bi vê gavê em ê hemû Sûriyeyê ji dagirkeriyê xelas bikin û li Sûriyeyeke azad bijîn. Ji bo gefên ku Tirkiye li ser herêmên Til Rifet û Minbicê dixe em dibêjin ku bila gelê me yê Sûriyeyê nekeve xefka Erdogan ê ku ji bo berjewandiyên xwe yên Osmanî gelê Sûriyê dike lîstok di destê xwe de. Ji bo wê jî banga min ji rûspiyên eşîrên ku li Bakur û Rojavayên Sûriyeyê ye ku bila ji bo Sûriyeyeke azad û serbixwe şer bikin. Li ber dagirkeran rabin û xwepêşandanên xwe hîn bilindtir bikin. Xwepêşandan wê azadiyê zûtir bîne."