QSD'ê li Holê hucreyeke DAÎŞ'ê têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, ku li nêzî kampa Holê ya li bejahiya Hesekê ye, di encama operasyonekê de hucreyeke fînansî ya DAÎŞ'ê têk birine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) got, "Yekîneyên me yên taybet li bajarokê Holê yê li gundewarê rojhilatê Hesekê ku li nêzî Kampa Holê ye, operasyonek pêk anî. Di encamê de hucreyeke ji 3 endaman girt. Wê hucreyê pere ji hucreyên DAÎŞ'ê re dişandin, hin hucreyên çalak ên li gundewarên Hesekê û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fînanse dikirin."

Navendê da zanîn ku di operasyonê de çek, amûr û belgeyên li gel endamên hucreyê yên hatine girtin, hatin desteserkirin.