Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamekî me şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan 'dema bi erka xwe ya parastina xak û gelê xwe radibû' şehîd bû.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Yek ji endamên hêzên me li herêma Firatê di 8'ê Hezîranê de dema bi erka xwe ya parastina xak û gelê xwe radibû, gihîşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Mihemed Derwîş
Navê bav: Fayiz
Navê dayikê: Cemîle
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hîşe, 30.10.2018
Cih û dema şehadetê: Kobanê, 08.06.2022

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Derwîş re dixwazin û bejna xwe li ber bîranîna tevahiya şehîdan diqetewînin ku canê xwe di oxira parastina welat û gel de dane. Em diyar dikin ku heta ewlehî û aştî li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bên, li ser rêya şehîdan bin."