'Rojnamevan di her şert û mercî de wê heqîqetê ji gel re ragihînin'

Rojnamevanên Kobanê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê dan û gotin, “Rojnamevanên Kurd di her şert û mercî de wê heqîqetê ji gel re raghînin.”

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes ji 8’ê Hezîranê ve dîlgirtî ne. Rojnamevanên Kantona Kobanê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da û diyar kirin ku dewleta Tirk bi polîtîkayên zextê hemû mafên rojnamevaniyê binpêkiriye û got ku hewl tê dayîn dengê gel bibire.

Nûçegîhanê Ajansa a Hawarê (ANHA) Zana Seydî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li her qadê li dijî gelê Kurd polîtîkayê qirkirinê xistiye dewrê û wiha got, “Di 8’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi ser gelek malan de girt û gelek rojnamevan li Amedê dîlgirt. Dewleta Tirk ji bo rûyê xwe yê qirêj veşêre û bi awayek hovane êrîşî rojnamevanan dike. Ev kiryar û polîtîkayên çewsandinê ne nû ye. Dewleta Tirk bi êrîş û polîtîkayên qirkirinê jiyanê li Kurdan diherimîne. Li Tirkiyeyê dewlet çawan tevdigere, li Iraq û Sûriyeyê jî çeteyên wan heman kiryaran pêk tînin.”

‘ROJNAMEVANÊN KURD WÊ GEL BÊ AGAHÎ NEHÊLIN’

Zana da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê jî gelek rojnamevan ji ber xwastin kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê ji raya giştî ya cîhanê re raghînin bûn hedef û gelek rojnamevan hatin şehîd xistin û wiha dewam kir: “Li her derê êrîş li dijî rojnamevanan heye. Bi dehan rojnamevan bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin şehîd xistin. Hikûmeta AKP’ê jî bi siyasete çewsandinê dixwaze rojnamevanan bêdeng bike û mafê gel yê agahî bibire. Divê ev yek baş bê zanîn, rojnamevanên Kurd ligel astengî, êrîş û polîtîkayên zextê û çewsandinê li kur dibin bila bibin dê erkên xwe bi cih bînin û gel bê agahî nehêlin.

Nûçegîhana NÛJINHA’yê Berçem Cûdî jî anî ziman ku dewleta Tirk her dem rojnamevanên Kurd kiriye hedef û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi ser gelek sazî û ajansan de girt, ceza dibirin û rojnamevan dîl digrin. Dewleta Tirk bi van kiryaran zagonên navneteweyî binpê dike. Em destgîrkirina rojnamevanên li bakûrê Kurdistanê şermezar dikin. “

Berçem diyar kir ku di şexsê rojnamegerên hatine destgîrkirin de tevahî rojnamevan hatine hedef girtin û wiha domand: “2 rojnamevanên Ajansa JINNEWS’ê hatin destgîrkirin û bi ser ajansê de girtine. Gelek alavên ajansê hatine desteserkirin. Ev êrîşa li dijî ajansa jinan ne cara yekemîn e. Ajansa JINHA û Şûjin jî di encama êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk de hatin desteserkirin û girtin. Niha jî yekane ajansa jinan ya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ku bi awayek aktif xebatê dimeşîne û dengê jinan ji raya giştî re radighîne di hedefê de ye.”

Berçem Cûdî da zanîn ku li Tirkiyeyê ne tenê mafê rojnamevan di heman demê de siyasetmedar jî dibin hedefê êrîşên polîtîkayên qirkirinê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê siyasetmedar, civak, jin, zarok, rojnamevan û aktivîst tevahî di hedefa dewletê de ne. Bi xistina zindana û polîtîkayê çewsandinê dixwaze rastiya zordariya xwe veşêre. Kîjan ajans, radyo û televizyon li hember xwe wek muxalîf dibîne, êrîş dike. Divê kiryarên dewleta Tirk were lêpirsînkirin û lêkolînkirin. Li dijî êrîşan wek rojnamevanên Rojava em dengê xwe bilind dikin û dibêjin em ê li her derî binvîsin û rastiyê raghînin.”

Nûçegihanê Ronahî TV Mihemed Mustafa jî nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da û got, “Rojnamegerên Kurd rolek girîng ji bo rastiya şoreşa Kurdistanê raghînin dan ser milên xwe. Armanca êrîşên dewleta Tirk ya li dijî rojnamevanan veşartina kiryarên xwe yên li ser civakê ye. Dewleta Tirk hem bi êrîşên xwe li dijî Kurdistanê hem jî li hember civakê û rojnamevanan mafê mirovahî binpêkiriye. Tirkiyeyê bi êrîşên balafiran, operasyonanên qirkirinê û çekên kîmyewî dixwaze çavê gel bitirsîne û têkoşînê biçewsîne. Lê em dibêjin ev polîtîkayên dewleta Tirk wê bi ser nekeve. Heya dawî em ê li pey şopê heqîqetê bin.”