Encamnameya civîna Hesekê hat ragihandin

MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ku têkildarê rewşa dawî ya li herêmê duh civînek lidar xistibûn, encama civîna xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna sêalî ya hevbeş ku duh li Hesekê hatibû lidarxistin, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, rêveberiya QSD’ê teqez kir ku heke êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk were, ew amade ye û tevahiya tedbîrên meydanî girtine û hêza xwe ya berxwedanê heta demeke dirêj xurt kiriye.

Her sê aliyan di encamanmeyê de diyarkirin ku ji encamên êrişê û sînordarkirina hewldanên QSD’ê ya berdewamkirina têkoşînê li djî terora DAÎŞ’ê hişyarî da û diyar kir ku ev yek wê rê li pêşiya DAÎŞ’ê veke ku careke din çalak be û ewlehiya neteweyî bixe xeteriyê.

Her wiha her sê aliyan bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin, li hember projeyên li dijî ewlehiya wan û pêşeroja wan li ber xwe bidin. Her sê aliyan, teqez kir ku rêya yekane ya binxistina dagirkeriyê û projeyên wê, yekitî ye.

MSD, QSD û Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku gefên dewleta Tirk xeteriyeke mezin e û bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk li Sûriyê kir ku van gefan red bikin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariya Kendavê kirin ku li hember terorê destekê bidin sûriyan, dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyê red bikin ji ber ku armanc dike axa Sûriyê parçe bike û dagir bike.

Encamname wiha ye: “Di 11’ê Hezîrana 2022’yan de, bi beşdarbûna Fermandariya Giştî ya QSD, rêveberiya MSD û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, bi armanca nirxandina rewşa heyî û geşedanên dawîn li herêmê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û helwestên hêzên navneteweyî û rêbazên têkbirina van gefan, civîneke awarte ya hevbeş li dar xist.

Di civînê de Fermandariya QSD’ê şert û mercên navneteweyî, zêdekirina asta êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic, Kobanê û Şehba bi hurgilî şîrove kirin. Her wiha fermandariyê, şert û mercên navneteweyî yên dawîn, bandora wê, hewldanên hikumeta Tirkiyê ku dixwaze ji nakokiyan sûdê bigire, şîrove kirin. Fermandariyê teqez kir ku ew amade ye û hemû tedbîrên meydanî girtine da ku heta demeke dirêj li ber xwe bide.

Beşdaran destnîşan kir ku her êrişeke ji aliyê dewleta Tirk ve bi hemû awayî tê şermezarkirin û diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike beşên din ên erdnîgariya Sûriyê dagir bike. Wê ev yek bi xwe re karesateke mirovî ya din bîne. Beşdaran hişyarî da ku ev êriş, wê hewldanên QSD’ê ya ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê sînordar bike. Mijulbûna QSD’ê bi vê êrişê re li bakur derfetê dide ku DAÎŞ careke din şaneyên xwe çalak bike û ewlehiya navneteweyî careke din bixe xeteriyê. Wê destwerdana dewleta Tirk herêmê ji nû ve bike qubleya hêzên tundraw. Her wiha wê encamên vê destwerdanê li ser rewşa mirovî wêranker be û wê karesateke rastîn pêk bîne û wê pêleke mezin a koçberiyê çêbibe. Ev yek wê rewa mirovî ya herêmê aloztir bike. Wê hewldan û însiyatîfên pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî yên têkildarî têk bibe.

Beşdaran teqezî bi girîngiya hewldanên dîplomatîk û cidîbûna helwestên navneteweyî kir ku dikarin rê nedin vê destwerdanê û nebin sedema windabûna firsenda aştiyê û xurttirkirina ewlehiyê li herêmên ji DAÎŞ’ê rizgar bûne. Dewleta Tirk hewl dide binkeftina xwe ya dîplomatîk, di nava gelê Tirkiyê de û aloziya aborî li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike. Beşdaran bang kir ku divê hêzên navneteweyî daxwazên dewleta Tirk qebûl nekin ku hewl dide wan îqna bike ku hemleya li dijî herêmê wê sînordar û demkurt be. Lê hemû hemleyên wê yên berê jî qaşo sînodar bûn, di encamê de bi milyonan şênî ji warên xwe koçber bûn.

Beşdaran îşaret bi girîngiya rola pêkhateyên herêmê, êlan, hêz û partiyan kir û diyar kir ku pêkhateyên herêmê di hemû şert û mercên dijwar de bi lehengî li ber xwe dan, axa xwe bernedan, jiyana bi rûmet li welatê xwe dan pêşiya her tişî, her wiha qebûl nekirin ku di destê dagirkeriyê de bibin amûr. Beşdaran bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember projeyên li dijî ewlehî û pêşeroja wan, hevgirtî bin. Ji ber rêya yekane ya têkbirina wan planan, vîna gelan e ku bûn yek.

Beşdaran gefên dewleta Tirk bi xeteriyeke mezin bi nav kir, ji ber wê divê hemû hêzên sûrî û sûrî di nav de Artêşa Sûriyê bi hev re bi yekrêzî li hember van êrişan bisekinin. Nexasim ku di cewherê xwe de yekitiya Sûriyê û têkbirina nirxên jiyana hevbeş di navbera gelan de dike hedef.

Di dawiyê de beşdaran, bang li hêzên nîştimanî yên demokratîk li Sûriyê kir ku helwest nîşan bidin û dagirkeriya Tirk red bikin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê kir ku piştgiriyê bidin sûriyan di şerê wan a li dijî terorê de û dagirkeriya Tirk a li ser welatê xwe red bikin. Ji ber ku armanca vê projeyê, dagirkirina beşên din ên axa Sûriyê, parçekirina gelê wê û veguherandina bakurê wê dikek girêdayî Tirkiyê ku bi rêya wê gef li ewlehiya herêmê bi giştî bixwe. Beşdaran bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî kir ku siyastên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina peymanên navneteweyî bişopînin. Di nav de koçberiya bi zorê, bicihkirin û dagirkirina wêranker heye. Her wiha diyar kirin ku divê ev hêz, helwestên cidî û û pratîk nîşan bidin. Beşdaran li ser pêwîstiya lîstina roleke girîng ji aliyê hêz û saziyên civakî û sivîl ve teqez kir da ku hevgirtina di navbera hemû aliyan de li hember van sûcan xurtir be.”