Dewleta Tirk li Girê Spî 3 kes revand

Dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Hemam ê Tirkmen ê Kantona Girê Spî 3 kes revand, ku yek ji wan jin e. Kesên hatin revandin, birin cihekî nediyar.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), çavkaniyên herêmî ji gundewarê kantona Girê Spî dan zanîn ku rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê şeva berê girtin ser bajarokê Hemam ê Tirkmen. Di serdegirtinê de 2 mêr û jinek revandin. Her sê kes birin cihên nediyar.

Heman çavkaniyan navên kesên revandî eşkere kirin; Samir El-Esaf ê ji eşîra Tobal a Tirkmen, Wîsam Xelîl El-Osman ê ji eşîra Bakêrat a Tirkmen û jina ji pêkhateya Kurd navê wê nehat zanîn.

Li herêmên dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, siyaseta revandinê dewam dikin da ku fîdyeyan li hember serbestberanê bixwazin, wan neçarî koçberiyê bikin û pê re jî demografiya herêmê biguherin.