Li Kobanê şehîd hatin birêkirin

Li goristana Şehîd Dîcle ya Rojhilatê Kobanê şehîd Bekrî Derwêş (Demhat Derwêş), Hesen Elî (Ciwan), Nayle Meze (Denîz Boxaz) û Mihemed Xelîl (Siyabend Avesta) bi merasîmekê girseyî hatin veşartin.

Li goristana Şehîd Dîcle ya Rojhilatê Kobanê şehîd Bekrî Derwêş (Demhat Derwêş), Hesen Elî (Ciwan), Nayle Meze (Denîz Boxaz) û Mihemed Xelîl (Siyabend Avesta) bi merasîmekê girseyî hatin veşartin. Bi sedan endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meresima bi rê kirinê bûn. Di meresimê de timî dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di meresimê de ewilî  Rêveberê PYD’ê Ehmed Şêxo axivî. Şêxo di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Her şehîdek canê xwe ji bo azadiyê feda dike û destanekê ava dike. Dewleta Tirk bi rojan e êrîş dike, dixwaze van gelan bê moral û tune bike. Lê welatekî ku lehengan diafirîne tu car nakeve û serî natewîne”

Şêxo diyar kir ku bi bawerî û vîna vî gelî terora herî mezin hat tunekirin û wiha pê de çû: “Divê em bi axa xwe ve girêdayî bin û vê axê bernedin. Dijmin bi rêya şerê taybet dixwaze gel tune bike, lê em ê her tim bi ser bikevin. Çawa Erdogan li Zap, Metîna û Avaşînê şepirze bû wê li vir jî bibe.’’

Li ser navê Kongra Star Sûad Şêx Demir jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Her şehîdek gavên xurt didin avakirin û gelê Kurd ji tarîtiya salane xilas kirin. Her tim li ser gelê Kurd lîstokeke qirêj tê lîstin, divê em jî bi berxwedan û têkoşînê xwe xurt bikin. Divê em ji hemû cîhanê re bibêjin ku gel QSD’ye û QSD jî gel e”

Piştre nasnemeya her şehîdekî hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîd re hatin veşartin.