'Ne ji PKK'ê bûya Hewlêr dikarîbû biketa destê DAÎŞ'ê'

Ji fermandarên berê yên artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê Riyad Selahaddîn got, ne ji piştgirî û motîvasyona gerîla bûya, DAÎŞ dikarîbû bikete nava Hewlêr û Zaxoyê.

Riyad Selahaddîn ê ji Qamişloyê di sala 1980'î de tevî malbata xwe ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê dike. Ji payîza 1991'ê heta sala 2003'an li nava PDK'ê fermandariyê ji pêşmergeyan, di navbera salên 2003 û 2011'an de li nava artêşa Iraqê fermandariyê ji hêzên Kurd re û di navbera salên 2011 û 2018'an de jî fermandariyê ji 'hêzê Roj' û hêzên Zêrevanî yên li nava PDK'ê re dike. Riyad Selahaddîn di Gulana 2018'an de ji van hêzan qut bû, hat Rojava û niha weke pisporê leşkerî li nava QSD'ê dixebite.

Riyad Selahaddîn ku li Başûrê Kurdistanê şahidî ji serhildanên gel ên Adara 1991'ê yên li dijî rejîma Baas re kir û bi xwe jî tevlî van serhildanan bû, destnîşan kir ku yên Zaxo ji artêşa Baas rizgar kirin, gerîlayên PKK'ê bûn.

Riyad Selahaddîn got, "Di Adara 1991'ê de li Silêmaniye, Diyana, Ranyayê gel rabû serhildanê. Li Hewlêr, Kerkûk û Duhokê jî belav bû. Gel rahişt çekê û serî hilda. Ez jî hingî weke mirovekî ji rêzê tevlî serhildanê bûm. Weke leşker qadek hebû ku me jê re digot 'Qada 0'. Beşek ji pêşmergeyan hat, bi wan re jî gerîla hebûn. Me gerîla dît. Eger gerîla tevlî vê serhildanê nebûya û li dijî artêşa Baas şer nekiribûna, wê artêşa Baas neşikestibûya. Gerîla di vî şerî de roleke gelekî girîng lîst. Gel gelekî erênî gerîla pêşwazî kir. Bi taybetî rola gerîlayên PKK'ê li Zaxoyê gelekî girîng bû. Temamiya Zaxo ji aliyê PKK'ê ve hate rizgarkirin."

GERÎLAYÊN KU ŞER KIRIN ZÊDETIR BÛN

Riyad Selahaddîn destnîşan kir ku gerîlayên PKK'ê yên bi destpêkirina serhildana gel re hatin herêmê, Zaxo rizgar kirin û li Duhokê jî bi roleke gelekî girîng rabûn û got, "PKK li Duhokê jî tevlî şer bû. Ez li wir bûm. Hatin Çiyayê Spî. Wê demê li Duhokê yek ji malên destpêkê ya me bû. Ji ber ku em Rojavayî bûn hatin li me pirsîn. Wê demê çar gerîla 7-8 rojan li mala me man. Heta ku faşîst ji herêmê hatin derxistin şer kirin. Ez bi xwe li wir bûm. Zêdeyî 200 gerîlayên PKK'ê di destpêka serhildanê de hatin bajêr. Gerîla beriya pêşmergeyan xwe gihandin cihê serhildanê û li dijî Baas şer kirin. Hejmara gerîlayên PKK'ê yên piştgirî dan serhildanê ji pêşmergeyên PDK'ê gelekî zêdetir bû."

GERÎLA DEST JI ÇEPERÊN XWE BERNEDAN

Piştî ku serhildanên salên 1991'ê gihîştin armancên xwe, artêşa Iraqê bi hêzeke hîn mezintir û gefên çekên kîmyewî bi pêş ve çû. Riyad Selahaddîn yek ji wan kesan bû ku şahidî ji koça mezin a wê demê ber bi Tirkiye, Îran û Rojava hate kirin û di heman demê de wî bi xwe jî koç kir. Riyad Selahaddîn destnîşan kir ku di vê pêvajoya koçê de jî gerîlayên PKK'ê dest ji herêmê bernedan, li dijî artêşa Saddam şer kirin û got, "Artêşa Iraqê li Qûweytê li dijî jin û zarokan kiryarên gelekî xerab kiribû. Vê yekê em hemû ditirsand. Saddam di sala 1988'an de li Helebçeyê çekên kîmyewî bi kar anî bû. Agahî belav bû ku Saddam wê vê carê jî çekên kîmyewî bi kar bîne. Ji wê xetê nêzî milyonek kes derbasî Îran û Tirkiyeyê bûn. Gerîlayan ji me re gotin, 'Baş e hûn biçin, malbatên xwe rizgar bikin. Em ê bimînin û şerê xwe dewam bikin'. Bi rastî jî man û şer kirin."

XWARINA XWE DIDA GEL

Riyad Selahaddîn diyar kir ku bi gel re ji Duhokê dest bi meşê kir û 7-8 rojan meşiyan, piştre gihîştin herêmên Çelê û Deştan ên li Bakurê Kurdistanê û anî ziman ku gerîlayan di rê de jî li dijî artêşa Iraqê şer kirin, alîkarî dan gel. Riyad Selahaddîn qala wê pêvajoyê kir: "Me dest bi koçkirinê kir. Dema ji Geliyê Duhokê derbas dibûn min dît ku helîkoptereke Iraqê leşker danî. Me zanî bûn ku heval li wî çiyayî hene. Ji aliyê Şêladizê û Geliyê Balinda gerîla hatin gel me. Xwarin çi bi wan re hebû dan me. Hin cih bilind bûn, teht bûn, li hin deveran av hebû. Gerîlayan li wê derê gelekî alî gel kirin. Zarokên me ji wir derbas kirin.

BAKURIYAN EM GELEKÎ BAŞ PÊŞWAZÎ KIRIN

Em derbasî herêmên Çelê û Deştanê bûn. Li wê derê em xistin kampan. Bi hezaran Bakurî bi wesayitên xwe hatin, betanî û xwarin dianîn. Carna gel ji birçîna xwe diavêt pêşiya wesayitan û zerar li wesayitan jî dibû. Gelê Bakur timî alîkariya me dikir. Rojane bi sedan, bi hezaran wesayit dihatin kampan. Bi budçeya xwe xwarin ji me re dianîn, hewl didan bersivê bidin pêwîstiyên me. Ez jî li wir bûm, şahidim. Gelê Bakur dihat gel me, alîkarî dida me, em maçî dikir û ji me re digot 'hûn gelê me ne, em ê we biparêzin, em ê piştgiriyê bidin we'."

BI TANKÊN SADDAM KETIN NAVA HEWLÊRÊ

Riyad Selahaddîn anî ziman ku piştî 3 mehan bi zexta Neteweyên Yekbûyî û Hêza Çekîç a li ser Iraqê gel vegeriya Başûrê Kurdistanê, ew jî tevlî hêzên pêşmergeyan bû û li Dibistana Şer a li Silêmaniye/Karaçolanê perwerde wergirt.

Riyad Selahaddîn ku piştre li Fermandariya Duhokê ya PDK'ê dest bi pêşmergetiyê kir, qalê kir bê PDK'ê di 31'ê Tebaxa 1996'an de çawa bi tankên Saddam kete nava Hewlêrê ku di bin kontrola YNK'ê de bû: "Ez wê demê li çiyayê Kepike Hamed Axa bûm û fermandarê tîm bûm. Fermandarê me yê giştî jî Alî Têlî Nerwehî bû. Wê demê Hewlêr û Silêmaniye di destê YNK'ê de bûn. Bi şev agahî hat, gotin 'Serê sibehê wê karekî baş bibe, wê pîrozbahî hebe'. Me nizanî bû wê çi bibe. Sibehê em rabûn. Gotin 'Kî dixwaze biçe Hewlêrê bila biçe'. Dema ku çûm bajêr min dît tank, top û helîkopterên Saddam Huseyîn li Hewlêrê ne. Li ser wan jî alên PDK'ê hebûn. Wê demê YNK'ê nekarî zêde li ber xwe bide. Di nava 2 rojan de em çûn sînorê Îranê, gihîştin heta aliyê Silêmaniyeyê. Demeke dirêj derbas nebû. Vê carê hêzên YNK'ê bi pastarên Îranê dest bi êrişê kirin. Ew jî derbasî Silêmaniyeyê bûn û Ranya û Diyana ew alî hemû girtin. Piştre jî civînek çêbû. Hêzên herêmî tevlî bûn. Başûrê Kurdistanê di navbera herdu hêzan de parçe kirin. Beşek dan PDK'ê beşek jî dan YNK'ê."

PDK ÎRO JÎ LI DIJÎ ŞENGALÊ DIMEŞÎNE

Riyad Selahaddîn destnîşan kir ku PDK heman siyasetê niha jî dewam dike û got, "Mînak li Şengalê PDK'ê bi Tirkiyeyê û Iraqê re li hev kir û artêşa Iraqê anîn Şengalê ji bo êrişî Kurdan bike. Dibe ku hin hêzên cuda jî bînin. PDK gihîştiye wê astê ku ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dike. DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an dema êrişî Şengalê kir, li Hewlêrê di fermandariya Zêrevanî de wezîfedar bûm. PDK'ê ferman da pêşmergeyên li Şengalê û ji wan re got, 'Arşîva xwe bi lez bişewitînin û ji wir derkevin'. Tirkiye, PDK û DAÎŞ'ê li ser Şengalê li hev kirin û di encama vê lihevkirinê de jî biryareke siyasî dan ku Şengalê radestî DAÎŞ'ê bikin. Ji ber ku Şengal ji bo Erebistana Siûdî, Rojava, Sûriye û Îsraîlê cihekî stratejîk e. Tê bîra min, Saddam Huseyîn dema ku bombardûman li Îsraîlê dikir fuze ji wir diavêt."

EGER GERÎLA NEHATIBÛYA WÊ HEWLÊR BIKETA

Riyad Selahaddîn bi bîr xist ku piştî Şengalê DAÎŞ'ê êrişî Mexmûrê kir, dûre berê xwe da Hewlêr û Duhokê û bi vê yekê re Başûrê Kurdistanê dihate valakirin û got, "Dema me nema ku em ya li Şengalê qewimî nîqaş bikin. Xelkê ji Şengalê reviya dihat. Piştre DAÎŞ'ê êrişî Mexmûrê kir. Berê xwe dabû Hewlêr û Duhokê. Dewlemend li balafiran siwar bûn û çûn Tirkiyeyê. Gel jî dest bi koçê kir. Wê demê meseleya Şengalê nebû meseleyeke gelekî girîng. Ji ber ku Hewlêr û Duhok jî wê ji destê me biçûya. Hewlêr li ber ketinê bû. Gel kete nava panîkê, difikirî bê wê çawa bireve. Yanî em ne di rewşeke welê de bûn ku tiştekî nîqaş bikin. Bûyer li pey hev diqewimîn. Rayedarên PDK'ê bi lihevkirinê zanî bûn. DAÎŞ wê biketa nava Şengal û Mexmûrê, lê piştî cihekî wê bisekiniya, koalîsyonê wê dest lê werda. Agahiya me tune bû. Ji me hebû ku 'malbatên me çûne'. Li Şengalê gerîla li ber xwe da. Piştre hin gerîlayên din hatin û derbasî Şengalê bûn. Li Mexmûrê jî, wê demê ez li Hewlêrê bûm. Gel di nava panîkê de hewl dida bireve. Agahî ji me re hat ku gerîla tê û wê derbasî Mexmûrê bibin. Me bawer nekir. Piştre em li hev kom bûn, gel wêneyên Rêbertî anî bû. Heval bi otobus û wesayitan ji çiyê xwe berdan nava Mexmûrê. Vê yekê gelekî moral da gel. Yên ku dest bi koçkirinê kirin ji nû ve vegeriyan. Eger gerîla li dijî DAÎŞ'ê şer nekiribûya Hewlêr û Duhok jî dikarîbû biketa."

JI ÎRADEYA RÊVEBERIYA XWESER A LI ŞENGALÊ DITIRSIN

Riyad Selahaddîn ragihand ku demeke dirêj e ew Êzidiyan nas dike, bi wan re di nava têkiliyê de ye û got, "Bi dîtina min yekemcar Êzidiyên li Şengalê û Başûrê Kurdistanê bi rêya gerîlayên PKK'ê rastiya xwe nas kirin. Xwedî li xaka xwe derketin, bûn welatparêz. Tecrûbeya rêveberiya xweser li Şengalê çêbû. PDK jî dijmin jî dibîne ku li Şengalê pêşketinek heye, ji ber vê yekê tirsiyan. Naxwazin fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Apo belav bibe. Di vê çarçoveyê de xwenaskirin, xweparastin û xwerêvebirina xelkê Şengalê li dijî berjewendiyên xwe weke metirsiyê dibînin.

Îro ne PKK, lê xelkê Şengalê xwe diparêze û bi rê ve dibe. Diviyabû PDK'ê hurmet nîşanî vê îradeyê bida. Di nava Kurdan de diviyabû diyalog hebûya. Diviyabû dest li rêveberiya Şengalê û Şengalê wernedabûya. Xelkê Şengalê PDK'ê naxwaze. Divê PDK bihêle ku xwe bi rê ve bibe. PDK dayikek li wê derê rahiştiye çekê weke 'terorîst' îlan dike. Artêşa Iraqê bi ser Şengalê ve dişîne. PDK her carê Şengalê dike hedef. Ev yek şerm e."