TKŞ: Em ê li ser şopa hevrê Zîlan têkoşîna xwe mezin bikin

TKŞ'ê Zîlan Destan di yekemîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Em ê li ser şopa hevrê Zîlan Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin."

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) yek ji damezrînerên tevgerê Zîlan Destan di yekemîn salvegera şehadeta wê de bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye: "Salek di ser şehadeta hevrê Zîlan a yek ji pêşengên tevgera komunîst a li ser vê xakê ye derbas bû.

Hevrê Zîlan yek ji damezrînerên xebatên me yên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê bû. Hevrê Zîlan li vê xakê pêşengiya belavkirina fikrên komunîst kir û îro jî bi şehadeta xwe têkoşîna me ronî dike.

Hevrê Zîlan Destan weke jineke ciwan a Kurd dest bi vê rêwîtiyê kir. Îro di navenda Şoreşa Rojava de cihê xwe di nava karwanê şehîdên Rojava de digire. Hevrê Zîlan a ku di 13'ê Hezîrana 2021'ê de şehîd bû, îro di sala yekemîn a şehadeta xwe de ji bo hemû kedkar, ciwan û jinan bûye mînak.

Hevrê Zîlan ku li Kobanê ji dayik bû û mezin bû, ji zarokatiya xwe de bi hemû sînorên mêtîngeriyê re rû bi rû ma û heta ku gihişt şehadetê li hemberî hemû sînorên ku mêtîngeran xêz kiribû, li ber xwe da. Hevrê Zîlan piştî Destan Temûz ku dema li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir, nemir bû, tevlî têkoşînê bû. Di parastin û berfirehkirina Şoreşa Rojava de weke yek ji pêşengên tevgera komunîst cihê xwe girt. Hevrê Zîlan dizanibû ku azadiya bindestan di pergala kapîtalîst de ne pêkan e û divê fikrên komunîst li her derê belav bibe. Ji bo vê jî gav bi gav li herêma Cizîrê geriya û lêkolîn kir. Derî bi derî, mal bi mal, gund bi gund diçû, fikrên komunîst dide nasîn.

Hevrê Zîlan zanîbû ku têkoşîna azadiya çîn, netewe û zayendê ji bo bindestan tê çi wateyê. Ji ber vê yekê wê tercîh kir ku di bin ala dasê de şer bike. Hevrê Zîlan piştî gava yekem a ber bi azadiyê avêt, qet li paş xwe nenêrî. Loma jî ji her kesî re mînak e. Hevrê Zîlan ku bi milîtanî, cesaret û coşa xwe karîbû bi her kesî re têkiliyê deyne, hemû hêza xwe ji bo rêxistinkirina gel û parastina şoreşê xerc kir. Li hemberî dijminên şoreşê bi tundî şer kir. Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê de cihê xwe di parastina bajêr de weke mertalê zindî girt. Li herêma ku di berxwedana Serê Kaniyê û Girê Spî de cih girt, bi gelê xwe re berxwedan mezin kir.

Rêxistinbûna hevrê Zîlan weke jineke ciwan gava yekemîn a li dijî pergala baviksalarî bû. Rêheval Zîlan bi Şoreşa Jinê ya Rojava li dijî hemû rolên civakî yên paşverû xwe ji nû ve afirand. Li dijî hemû ferasetên ku jin weke duyemîn didît li ber xwe da. Bi têkoşîna zayendî re ber bi azadiya civakî ve bi pêş ket.

Hevrê Zîlan bi vê fikir û hişmendiyê jinan bi rêxistin kir. Hevrê Zîlan hemû berpirsyariyên ku di temenê xwe yê biçûk de girtibû bi rêk û pêk bi cih anî. Di demeke kin de bû avakar û pêşengê ciwanên komunîst. Hevrê Zîlan bang li hemû karker, kedkar, jin û ciwanan dike ku sînorên xwe derbas bikin. Hevrê Zîlan navê rêxistinbûn û azadiyê ye.

Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) di yekemîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan de careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin rêheval Zîlan ku em ê ala sosyalîzmê bilind bikin. Li ser şopa hevrê Zîlan em ê Şoreşa Rojava biparêzin û berfireh bikin."