'Piştî dîtina Rêbertî, jiyana me guherî'

Xalîse Mihemed û hevserê wê Adnan Hisêyin ku salên 1980'î Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nas kirin, diyar kirin ku bi vê naskirinê re jiyana wan guherî.

Ji welatparêzên ji Rojavayê Kurdistanê Xalîse Mihemed û hevserê wê Adnan Hiseyin ji ANF'ê re qalê kirin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa nas kirin û vê yekê bandoreke çawa li jiyana wan kir.

Xalîse Mihemed anî ziman ku di salên 1980'î de bi rêya kadroyên PKK'ê yên hatin mala wan, wan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kirin û got, "Em li Tirbespiyê diman. Dema heval dihatin mala me em gelekî kêfxweş dibûn. Piştre em bêhtir nêzî hev bûn. Bi hevser, zarok û birayên xwe ji bo pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê em çûn Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê. Dema ku ji bo çûyîna Lubnanê em li  otobusê siwar bûn hevalek hat ji min pirsî 'Li akademiyê xizmên te hene?'. Min jî got 'belê, ez im'."

ÇAVKANIYA KÊFXWEŞÎ Û ENERJIYÊ

Xalîse Mihemed qala dîtina Abdullah Ocalan kir: "Ez tevî birayê xwe û keça xwe ya biçûk çûm dîtina Rêbertî. Derdora sê saetan em li gel Rêbertî man. Gel ji bo dîtina Rêbertî pêl bi pêl dihatin. Dîtina Rêbertî çavkaniyeke mezin a kêfxweşiyê bû. Çavkaniyeke enerjiyê bû ku her kes bi xwe ve girê dida. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên bindest hêvî ye. Dema Rêbertî azad bû em ê jî azad bibin."

NASKIRINA DESTPÊKÊ

Hevserê Xalîse Adnan Hiseyin (Bavê Selîm) jî salên 1980'î dema li leşkeriyê bû, nas kir. Adnan Hisêyin qala naskirina PKK'ê kir, "Min cara destpêkê gava sala 1982'an li leşkeriyê bûm PKK nas kir. Bi saya hevalên Îsmaîl Koçer, Mûhammed Emîn û Huseyîn Sawiş ji nêz ve nas kir. Dilsoziya wan a bi Rêbertî û tevgerê re bandor li me kir. Her tim qala Rêbertî û hevalan dikirin. Piştî ku fikrê Rêber Apo nas kir gelek ciwan ji malbata me dan ser şopa vî fikrî û şehîd bûn."

SÊ CARAN HEVDÎTIN KIR

Adnan Hisêyin ragihand ku sê caran Abdullah Ocalan dîtiye û got, "Destpêkê sala 1988'an min ew dît. Piştre bi 7 hevalên xwe em çûn Şamê. Ji wê derê jî bi rêyên qaçax em derbasî Bekaayê bûn. Dema ku gihîştin kampê me Hevalê Cûma dît. Min jê re got ku dixwazim Rêbertî bibînim û rewşeke taybet heye. Piştî axaftina bi telefonê çûm Şamê û hevalekî ez bir mala ku Rêbertî lê bû. Em hinekî li ser rewşa herêmê axivîn. Çar saetan bi hev re man. Cara duyemîn hevdîtin du saetan, cara sêyemîn jî saet û nîvekê dewam kir. Bandora Rêbertî hîn jî li ser min heye. Her tim di bîra min de ye. Ji bo min jiyaneke nû afirand. Weke civak nêrînên me yên siyasî yên me hemûyan cuda bû. Piştî ku me fikir û felsefeya Rêbertî nas kir me dest ji van hemûyan berdan û xeta şoreşê nas kir. Me soz dan ku li ser vê rêyê bin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê em hemû fedaî bin. Divê em karên xwe xurtir bikin."