Operasyona QSD'ê: Serçeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin

QSD'ê ragihand ku li bejahiya başûrê Hesekê di operasyonekê de serçeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li başûrê Hesekê operasyonek meşandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Li dijî serçeteyên rêxistina DAIŞ’ê li gundê Etale yê Şehdadê yê başûrê Hesekê me operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Ew serçet pere vediguhastin, li şaneyên rêxistinê û malbatên wan belav dikirin. Propogandaya peyamên rêxistinê dikir, tev li planên êrişan ên li dijî saziyên xizmetguzarî, leşkerî û ewlehî bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me yên serdegirtinê dan pey hedefa xwe. Lê ew ji mal reviya. Hêzên me bang lê kir ku tesmîl bibe. Lê wî gule avêtin, bi wê re hêzên QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî ketin nava tevgerê. Piştî avêtina guleyan sekinî û dever hate keşfkirin, diyar bû hate kuştin. Çeka di destê wî de hate desteserkirin, her wiha belgeyên wî jî hatin desteserkirin."

QSD'ê li ser malpera xwe got, "Yekîneyên me yên taybet li dijî terorê têkilî bi hêzên ewlehî û Koalîsyona Navneteweyî re danîne ku li dijî çalakiyên terorê û şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst bisekinin, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê were misogerkirin."