Dayikên gerîla: Bi her awayî em li pişt gerîlayên xwe ne

Dayikên şehîdan yên Kobanê berxwedana gerîla silav kirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: “Çiya cihê rûmetê ye û em bi gerîlayên xwe re serbilindin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û xiyaneta Mala Barzanî ji 17’ê Nîsanê ve li hemberî qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh daye destpêkirin, lê heta niha li hemberî têkoşîn û berxwedaniya gerîlayên azadiyê bi bin dikevin. Her wiha li her çar parçeyên Kurdistanê û li tevahiya cîhanê ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê Kurdistanî û dostên wan bi domdarî di nava çalakiyan de ne.

‘ÇIYA CIHÊ RÛMETÊ YE Û EM BI GERÎLAYÊN XWE RE SERBILINDIN’

Dayîka bi navê Emîna Yasîn ya ku dayîk, xwîşk û xaltîka şehîdan û gerîlayan e ji bo piştgiriya gerîla ji ANF’ê re wiha axivî û got; “Çiya cihê rûmetê ye û em bi gerîlayên ku ji bo azadiya me têdikoşin serbilind in û bila dewleta Tirk baş bizanibe ku gerîla ne bi tenê ye, em dayîkên gerîla bi her awayî em li pişt gerîlayên xwe ne. Bila gerîla xwe tu carî bi tenê hîs neke, em tevahî gelê Kurd û tevahî cîhan jî li pişt gerîla ne.”

‘EM Ê SÎNG BI SÎNG LI HEMBERÎ DAGIRKER TÊBIKOŞIN’

Emîna bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û anî ziman ku ewê her tim li hemberî dewleta Tirk sîng bi sîng têkoşînê bikin. Emîna wiha axaftina xwe domand; “Erdogan dibêje ku gerîla terorîst e, lê terora herî mezin dewleta Tirk bi xwe ye. Em Kurd li her derê hene, ew bi tang û topan nikare me tune bike û em jî doza mafên xwe dikin û vaye me goristan tijî şehîd kirin. Her bihosteke vî axî bi xwîna şehîdan hatiye avdan û em tu carî serê xwe li hemberî dagirkeriya Tirk danaynin, emê her tim têkoşînê bikin û emê tola şehîdên xwe rakin.”

Dayîka Emîna diyar kir ku dewleta Tirk çiqas leşkerên xwe bişîne, lê wê bi gerîlayekê me jî nekaribe û wiha pêde çû; “Gerîla bi mermiyekê balafirên delweta Tirk a dagirker li erdê didin. Êdî tiştek ji destê dewleta Tirk nayê.”

Emîna di dawiyê de xîtabê gerîla kir ku têkoşîna xwe bidomîne û got, “Em dayîkên wan li pişta wanin.”

Dayîka bi navê Cîhan Bozan jî bal kişande ser têkoşîna gerîla ya ji bo mafên rewa yên gelê Kurd birêve dibe û ragihand; “Gerîla zarokê me ne û ji bo mafên xwe têkoşînê dikin, lê delwetan her tim zilm li serê Kurdan kiriye û dixwazin Kurdan tune bikin. Lê zarokên me yên gerîla ji bo azadiyê û doza maf û hebûna xwe têdikoşin.”

Dayîka Cîhan her wiha diyar kir ku gel gerîla ye û gerîla jî gel e û heta dilopa dawî ewê ji bo gerîlayên xwe têbikoşin û wiha axaftina xwe berdewam kir; “Gerîla na, dewleta Tirk bi xwe terorîstê herî mezine. Gerîla ji bo rastiya tevahî gelan têkoşînê dike û ji bo azadiyê wê timî têkoşînê bike.”

Dayîka bi navê Medîne jî got ku dewleta Tirk şerekî giran li serê gerîla dike û anî ziman; “Em dayîk li dijî van êrîşan in û em dayîkên gêrîla emê piştgiriya gerîlayên xwe bikin. Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku li şûna rondikan xwîn jî were, lê dîsa jî emê dest ji gerîla û mafên xwe bernedin û emê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîn bikin.”

Dayîka Medîne di dawiyê de destnîşan kir bi rexmê ku gerîlayên wan şehîd dibin dilên wan jî dişewite, lê li şûna yekê bi hezaran şervan şûna wan digrin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Em jî ji bo mafê xwe bidest bixin ewqas şehîd didin, lê bi riya felsefeya Rêber Apo em ê bighêjin mafê xwe û azadiyê misoger bikin.”