Li Eyn Îsa û Til Temîrê 19 çete hatin kuştin
Di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Til Temîrê de bi giştî 19 çete hatin kuştin.
Di encama bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsa û Til Temîrê de bi giştî 19 çete hatin kuştin.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku di encama bersivdayîna 2 êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê de, 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê wiha ye:
"Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' di roja xwe ya 8'emîn de didome ku hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) banga herêmê bersivand. Hemwextî vê operasyona girîng, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku vê operasyonê wek şerekî di navbera Kurd û Ereban de nîşan bidin û bi vê bihaneyê xwestin armancên operasyonê li gor planên xwe bi kar bînin.
Li ser vê bingehê jî, dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane li dijî herêmên me êriş dike, gundewarê Minbicê hedef digire, her wiha sibeha 3'yê Îlonê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Tewîle, Til El Tewîl û Xemse yên bajarokê Til Temir êriş pêk anîn. Lê belê şervanên me bi rêbazeke guncew bersiv dan êrişan û têk birin.
Di encama bersivdayîna êrişan de zêdetirî 10 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Hemwextî van êrişan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êriş gundê Bobê yê bajarokê Zirganê kir. Lê şervanên me bersiv da û di encamê de 2 çete hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Piştî bidawîbûna şer jî, çete paşde vekişiyan û reviyan.
Çawa me bersiv da çeteyan û axa xwe diparêzin, ji niha û pê de bi hevgirtina gelê xwe em dê parastina herêm û bajarên xwe berdewam bikin.”
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî têkîldarî êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Sigêro yê rojhilatê Eyn Îsayê ev agahî parve kir: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibê saet di 06:25`an de, êriş bir ser gundê Sigêro yê rojhilatê Eyn Îsayê. Hêzên me bersiv dan êrişan û li wir 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha çeteyên din jî paşde vekişiyan. Piştre çeteyên ku ji bo teqwiye dihatin cihê êrişê, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Li wir jî 2 çete hatin kuştin û 7 din birîndar bûn.
Di encama bersivdayîna hêzên me de bi giştî 7 çete hatin kuştin û 7 din jî birîndar bûn.”