Şervanên Minbicê rê nedan çeteyên Tirkiyeyê
Meclîsa Leşkerî ya Mibincê ragihadin ku wan rê nedane çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hewl didan xwe berdin nava gundên Minbicê. Dewleta Tirk ji ber vê yekê bi hawanan êrîş bir ser herêmê.
Meclîsa Leşkerî ya Mibincê ragihadin ku wan rê nedane çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hewl didan xwe berdin nava gundên Minbicê. Dewleta Tirk ji ber vê yekê bi hawanan êrîş bir ser herêmê.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku piştî hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dixwestin xwe berdin nava gundên Minbicê, bi hawanan herêm hatiye bombekirin.
Meclîsê destnîşan kir ku şervanên Minbicê rê nedane çeteyan û ragihand ku li bakurê Minbicê şerê giran ê bi çeteyan re bi dawî bûye.
Meclîsê diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a bi top û hawanan a li ser herêmê dewam dike.