Malbatên şehîdan a Minbicê: Em ê li dijî êrîşan bibin mertal!

Malbatên şehîdan ên li Minbicê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin: “Em ê li hemberî êrîşên li ser rûmeta xwe, xaka xwe û mîrateya şehîdên xwe bibin mertalên xurt.”

Malbatên şehîdan ên li bajar û gundewarên Minbicê kom bûn û bi daxuyaniyekê  êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Malbatên şehîdan diyar kir ku dewleta Tirk her timî hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe.

Di daxuyaniya malbatên şehîdan de behsa koçberkirina niştecihên resen û guhertina demografîk hate kirin, ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk heta hîna terorê hembêz dike û dîroka wê bi pêkanîna komkujiyan dagirtî ye. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe û xirabkirina gorên şehîdan hemû nirxin exlaqê û pîvanên ola îslamê bin pê dike.

Malbatên şehîdan pirsa bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî kir û got: "Ji van sûcan kesên îdiaya mirovahiyê dikin li ku derê ne? rêxitinên mafên mirovan li ku derê ne? Ji bêdengiyê re êdî bes e, hûn bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarên sûcan."

Malbatên şehîdan bang li raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî û kesên xwedî wijdan kir kirin ku rê li ber kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakurê Sûriyeyê bigirin.

Malbatên şehîdan di dawiyê de gotin: "Em malbatê şehîdan me berdêl dan. Ji bo azadiyê û rizgarkirina xaka xwe em ê hîna jî berdêlan bidin. Em ê li hemberî êrîşên li ser rûmeta xwe, xaka xwe û mîrateya şehîdên xwe bibin mertalên xurt."